Rojnameyên erebî: Şêwirmendên Biden vebijêrkên bersivdayînê dinirxînin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih da rewşa li girtîgehên hikumeta Şamê, nakokiya DYA û Îranê û şerê li Xezayê.

Rojnameyên erebî: Şêwirmendên Biden vebijêrkên bersivdayînê dinirxînin
30 ÇILE, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Malbatên girtiyan ji bo hêviyeke nerast pereyên zêde didin" weşand. 

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da raporên rêxistinên hiqûqî ku aşkera dikin saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê şantajkirina malbatên girtiyan didomînin û sozên nerast didin ku qaşo dê zarokên wan serbest berdin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre wan raporan, diyar kir ku malbatên girtiyan hîna rişwetan didin ji bo ku agahiyan ji zarokên xwe bigirin bê ka mirî ne yan sax in.

Li gorî daneyên di raporekê de, derdora 155 hezar û 604 sûriyeyî girtî ne, ji wan 10 hezar jin û 5 hezar zarok in.

‘BIDEN VEBIJÊRKÊN BERSIVDAYÎNA ÊRIŞA LI SER TANIFÊ DINIRXÎNE’

Li ser bersivdayîna pêşbînkirî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî kuştina leşkerên wê, rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên amerîkî, da zanîn ku serokê DYA’yê Jeo Biden ferman daye şêwirmendên xwe ku vebijêrkên bersivdayînê jê re pêşkêş bikin.

Rojnameyê bi bîr xist ku di nava vebijêrkên li ber destê Pentagonê de hedefgirtina kesayetên îranî li Sûriyeyê yan jî Iraqê yan jî keştiyên Îranê yên li Kendavê hene.

Rojnameyê diyar kir ku ihtîmal heye ku DYA di van rojan de bersivê bide û dê wek pêleke êrişan li dijî komeke armancan be.

‘3 VEBIJÊRK LI PÊŞ NETANYAHU HENE’

Rojnameya El Cimhuriye ya Lubnanê destnîşan kir ku rewşa li Xezayê zelaltir dibe ku Benjamîn Netanyahu şer ranawestîne lê belê dê aramtir bike, ji bo ku temenê wê salekê yan zêdetir dirêj bike ji bo ku windahiyên leşkerî, sivîl û aborî kêm bike û ji aliyê raya giştî ve bê qebûlkirin.

Li gorî rojnameyê, di encama dan û standinên li Parîsê de êdî diyar e ku agirbest herî kêm mehek e û hindik maye bê ragihandin. Li gorî rojnameyê agirbest ji berjewendiyên DYA, Ewropa, dewletên Ereban e û dest bi çareseriya siyasî were kirin, Netanyahu jî dixwaze sûdê jê bigire ji bo ku kolana Îsraîlê aram bike û Hemas jî dixwaze hinekî xwe komî ser hev bike.

(şx)