Rojnameyên Erebî: PDK`ê rê li pêş destwerdana Tirkiyeyê vekir

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de behsa aloziya avakirina hikumeta xwecih a li Kerkûkê, dosyaya DAIŞ`ê û dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de kir.

Rojnameyên Erebî: PDK`ê rê li pêş destwerdana Tirkiyeyê vekir
29 adar 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî aloziya avakirina hikumeteke xwecih li parêzgeha Kerkûkê nûçeyek bi sernavê "Nêrîna Tirkiyeyê li ser hewldanên avakirina hikumetê li Kerkûkê serwer e" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo ku rêveberiya parêzgeha Kerkûkê bi dest bixe, li hember hevrikên xwe, bi taybet Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) tevahî vebijarkan bi kar tîne û rê li pêşiya Tirkiyeyê vedike ji bo ku dest di rêveberiya parêzgehê werde.

Rojnameyê bal kişand ser rêgeza ku pêkhateyên Kerkûkê li serê li hev kiriye ku carê pêkhateyek hikumeta parêzgehê bi rê ve bibe, Kurdan heta 2017`an Kerkûk bi rê ve bir, dûre pêkhateya Ereb û li gorî wê rêgezê êdî dora pêkhateya Tirkmen e, mîna ku wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêşniyar kiriye.

Li gorî rojnameyê, Enqere ji vê pêşniyarê armanc dike hevalbendên xwe yên Tirkmen xurt bike, ji ber ku Tirkiye dixwaze parêzgeha bi petrolê dewlemend û xwedî girîngiyeke stratejîk, kontrol bike.

‘SERÊ DAIŞ`Ê HATE QUTKIRIN LÊ ŞAXÊN WÊ ÇALAK IN’

Tora El Erebiye di nûçeya xwe de da zanîn ku êrişên dawîn ên DAIŞ`ê, dehf daye hikumetên Ewropayê ku tedbîrên ewlehiyê zêde bikin, nemaze piştî êrişa li dijî hola şahiyan a li Moskovê ku di encamê de 140 kes hatin kuştin û DAIŞ`ê êriş girte ser xwe.

Li gorî rojnameyê gelek rayedaran hişyarî da ku DAIŞ ji gelek salan ve plan dike êrişên din li dijî Ewropayê bike.

Her wiha rojnameyê anî ziman ku rayedarên ewlehiyê yên rojavayî ku agahiyên wan li ser tevgera DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hene, gotin DAIŞ rast e dev ji projeya avakirina xîlafetê berdaye lê êrişî armancên navneteweyî dike û moralê didin alîgirên xwe.

Rojnameyê îşaret bi nirxandina analîzvanên Enstîtuya Washingtonê kir ku DAIŞ bi rêya şaxên xwe armancên êrişên xwe ji nû ve diyar dike.

‘LI GORÎ HEMASÊ DIRÊJKIRINA DAN Û STANDINAN LÎSTIKEKE ÎSRAÎLÊ YE’

Der barê dan û standinên agirbestê yên Îsraîl û Hemasê rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe spartin rêveberekî Hemasê, diyar kir ku ji dan û standinan diyar dibe ku Îsraîl dixwaze dema wê dirêj bike, ji ber ku saziyên îstixbaratê yên Îsraîlê hewl didin peywendî yan jî peyamên di navbera rêveberên Hemasê yên li hundir û derve de qut bikin.

Li gorî rojnameyê, heman rêveberê ku nexwest navê xwe aşkera bike, Hemasê bi lez bi vê listîkê hesiyaye û bi baldarî dest bi tevgerê kiriye.

Heman çavkanî ji rojnameyê re aşkera kir ku di rojên dawîn de, di navbera Hemas û navbeynkarên navneteweyî de dan û standin çêbûne ku Îsraîlê ji lihevkirinên berê yên bi rêya navbeynkaran wekî Tirkiye, Misir û Qeterê pêk hatine, vekişiye.

(şx)