Hemleya îmzeyan li Şedadê bi dawî bû

Hemleya komkirina îmzeyan li Şedadê bi dawî bû. Li gorî aliyên têkildar di hemleyê de 103 hezar îmze hatine komkirin.

Hemleya îmzeyan li Şedadê bi dawî bû
29 adar, 2024   12:06
HESEKÊ

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9`ê Sibatê dest bi hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kiribû. Îmze dê ji Parlamentoya Ewropayê re werin birêkirin.

Komîteyên li navçeya Şedadê ragihand ku hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bûye. Têkildarî mijarê endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeyê Inûd El Salih got: "Me 17`ê Sibatê dest bi hemleyê kir. Ji bo wê me komîte li bajarokê El Deşîşe, gundên derdorê û Ebû Fas ava kirin. Di vê xebatê de 103 hezar îmze hatin komkirin.”

Endamê rêveberiya PYD`ê şaxê navçeyê Mihêdî El Dexîm jî got: "Desthilata Tirk hîna tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Li vê herêma başûr, şênî tev li hemleya azadiya wî ya fîzîkî bûn. Me bi rêya komîteyan, rastiya komploya li ser serê Rêber Abdullah Ocalan hatiye kirin û têkoşîna wî ya ji bo azadiya gelên bindest, ji şêniyan re şîrove kir."

Duh jî hemleya îmzeyan li kantona Reqayê bi dawî bûbû. Li gorî komîteyan 750 hezar îmze hatine komkirin.

(şx)

ANHA