Rojnameyên Erebî li ser kirîzên li Sûriye û Îranê nivîsîn

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser çend mijarên siyasî û herêmî, di nav de krîza li Siwêdayê, siberoja qonaxa veguhêz li Sûriyeyê, û pevçûna bi Îranê re û bandorên wê yên herêmî.

Rojnameyên Erebî li ser kirîzên li Sûriye û Îranê nivîsîn
18 tîrmeh, 2026   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îroyîn li ser krîza Siwêdayê û pevçûna bi Îranê re nivîsîn.

SIWÊDAYÊ: KRÎZEK NETEWEYÎ YA VEKIRÎ

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku krîza Suweydayê ne pirsgirêkek herêmî ye, lê belê krîzek neteweyî ya berfireh nîşan dide ku Sûriyeyê di qonaxa veguhêz de dijî.

Rojnameyê diyar kir ku parêzgeh bi helwestên xwe yên welatparêzî di dîrokê de tê nasîn, ji Serhildana Mezin a Sûriyeyê bigire heya dijberiya li dijî rejîma Esed. Her wha destnîşan kir ku siyasetên desthiltê piştî hilweşîna rejîmê ji dirûşmeyên yekîtiya neteweyî dûr ketiye û ber bi kûrkirina dabeşbûnên mezhebî ve çûye.

Rojnameyê rayedarên Şamê wek berpirsiyarê sereke yê zêdebûna krîzê bi nav kir û wan bi yekdestdarkirina biryardana siyasî, dûrxistina komên cûrbecûr ên Sûriyeyê, nekarîna çareserkirina binpêkirinên ku li Siwêdayê hatine dîtin û nebûna edaleta veguhêz û beşdariya siyasî tawanbar kir.

MEZHEBÎ LI SÛRIYEYÊ BI NÊRÎNA IBIN XELDÛN

Rojnameya El Quds El Erebî têgeha mezhebî li Sûriyeyê bi nêrîna Îbn Xeldûn şîrove kir û diyar kir ku mezhebî êdî ne tenê çarçoveyek olî ye, lê veguheriye avahiyek siyasî û civakî ku bandorê li avakirina hêz û desthilatdariyê di nav civakê de dike.

Rojname gihişt wê encamê ku sînordarkirina bandora mezhebî roleke çalak ya rewşenbîran di pêşvebirina gotûbêja neteweyî hewce dike, ligel pejirandina polîtîkayên ku beşdariya neteweyî teşwîq dikin û rê li ber ji nû ve hilberîna mezhebî û eşîriyê digire, bi vî rengî dê dewletek li ser bingeha hemwelatîbûn û nasnameya hevpar were avakirin.

KRÎZEK GIRÊDAYÎ XWEZAYA REJÎMA ÎRANÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset, destnîşan kir ku pevçûna berdewam a bi Îranê re ji krîzeke têkildarî Tengava Hormuzê, bernameya nukleerî, mûşekan, an milîsan derbas dibe, û rûbirûbûnek berfirehtir nîşan dide ku têkildarî hewldana rejîma Îranê ya sepandina nêrîna xwe û berfirehkirina bandora xwe li herêm û cîhanê ye.

Rojname diyar kir ku krîz ji pirsgirêkên leşkerî an nukleerî kûrtir e  û bi xwezaya rejîma Îranê û armancên wê yên herêmî ve girêdayî ye.

(k)

ANHA