Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 9 kes hatin kuştin

Di 24 saetên dawîn de li seranserê Sûriyeyê di bûyerên cuda de 9 kes hatin kuştin.

 Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 9 kes hatin kuştin
18 tîrmeh, 2026   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24 saetên dawî de li seranserê Sûriyeyê di encama gulebaran, pevçûnên malbatan û teqîna bermahiyên şer de, 9 kes hatin kuştin.

Li gundê El Xersane yê Hemayê mêrekî 60 salî piştî ku ji aliyê çekdarekî nenas ve hate gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da.

Li taxa El Sultaniye ya Humsê endamekî Hêzên Ewlekariya Giştî dema ku hewl dida navbeynkariya pevçûneke di navbera komeke ciwanan de bike, hate kuştin.

Li gundewarên Humsê jî kesek piştî gulebarana di navbera komek kesan de li nêzî herêma El Erîda li ser sînorê Sûriye-Lubnanê, hate kuştin.

Li bajarokê Şêx Sead ê Derayê zilamek di mala xwe de hate gulebarankirin û hate kuştin.

Li Minbicê xortek di şerekî di navbera pismamên xwe de, hate kuştin.

Li taxa El Izaa ya herêma Sabnê ya Şamê xortekî 20 salî hate kuştin.

Çend roj piştî windabûna wî, cenazeyê sivîlekî ku birînên guleyan li ser hebûn, li Nexweşxaneya El Tal hate dîtin.

Li herêma El Dumêr, xortek di encama teqîna mayinekê de hate kuştin.

Li gundewarê Hesekê, endamekî Firqeya 60’emîn a Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ji aliyê êrişkarên nenas ve hate kuştin.

(k)

ANHA