Rojnameyên erebî: Iraq nikare navbeynkariya ji bo Enqere-Şamê bi ser bixe
Rojnameyên erebî diyar kir ku li gel Iraqê şiyana serxistina rola navbeynkariya di navbera dewleta Tirk a dagirker û Şamê de tune ye, her wiha rojnameyan behsa rewşa Lubnanê jî kir.

Rojnameya El Exbar El Lubnaniye bi sernavê ˊEnqere-Şam: Çi şansê navbeynkariya Iraqê hene?’ nûçeyek parve kir. Rojnameyê bal kişand ser hebûna tevgerên dewleta Tirk a dagirker ên nêzbûna bi hikumeta Şamê re.
Rojnameyê anî ziman ku piştî hewldanên Rûsyayê, her wiha piştî ragihandina serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku welatê wî ji bo lidarxistina civînekê di navbera berpirsên dewleta Tirk û yên Şamê de xebatan dike, Iraq naybeynkariyê dike.
Li gorî rojnameyê, ev navbeynkarî bi ser nakeve. Ji ber ku li gel Iraqê rêbazên zextkirin û îqnakirinê tune ne. Lê li gel aliyê Rûsyayê ku hevkarê Tirkan û sûriyeyiyan e, alavên navbeynkariyê hene.
‘GEFÊN NESRULLAH LUBNANÊ BI QIBRIS Û YEˊYÊ RE DIXE TENGASIYÊ’
Rojnameya El Ereb El Londoniye diyar kir ku gefên sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah ên li hember Qibrisê, Lubnan li pêşberî dostên xwe yên dîrokî xist nava şermîniyeke mezin.
Nesrullah di merasîmeke bîranîna fermandarekî de roja çarşemê hişyarî da hikumeta Qibrisê ku derfetê bide Îsraîlê ji bo hedefgirtina Hizbullah. Her wiha Nesrullah anî ziman ku ev tê vê wateyê ku hikumeta Qibrisê bû parçeyekî şer û ew ê wekî ku Qibris aliyekî şer be, pê re dan û standinê bikin.
Li gorî aliyên siyasî yên Lubnanê, Hizbullah Lubnanê dixe nava aloziyên dewletên ku bi Lubnanê re sekinîne û dewleteke dost nehişt. Dibe ku ev gef bi xwe re bandorên xeternak bînin, ne tenê têkiliya wê bi Nicosiayê re, lê bi giştî dewletên YEˊyê.
(fr)