Rojnameyên erebî: Îran aloziyên li Sûriyeyê gur dike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de komkujiyên ku li dijî elewiyan û gelê li berava Sûriyeyê wek "hilperîna bermahiyên Esed " bi nav kir. Her wiha çavdêran der barê nezelalî, tundî, gef û reftarên siyasî yên nementiqî de rexne li rêveberiya Trump kirin.

Rojnameyên erebî: Îran aloziyên li Sûriyeyê gur dike
8 adar, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibê de der barê pevçûnên li beravên Sûriyeyê û biryara serokê DYA’yê Donald Trump a koçberkirina xelkê Xezayê de nivîsîn.

PERAVÊN SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, der barê kêşeya Sûriyeyê û aloziyên li peravên Sûriyeyê de wiha nivîsî: "2 roj e ku hêzên ewlekariya Sûriyeyê ji bo şikandina serhildaneke nû li herêmên elewiyan şer dikin. Êrişên biplan gelek pirsan; wekî gelo hin aliyên derve hene ku piştgiriya bermahiyên Esed dikin, yan jî gelo tu roleke Îranê yan a Hizbullahê heye? derdixin hole.”

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêran jî û wiha domand: "Êriş di nava atmosfereke gurkirin û sorkirinê de ji hêla Îranê ve têne kirin ku Îran li dijî guherînên li Sûriyeyê ye. Ragihandina fermî ya Îranê behsa "gelê birûmet ê Sûriyeyê" dike, wekî çawa rêberê bilind Elî Xamineyî di mehe Çileyê de di axaftineke xwe de gotibû "Ez hêvî dikim ku di siberojê de komeke birûmet û bihêz derkeve.”

HAMAS Û WASHINGTON

Rojnameya El Beyan ya Îmaratê der barê siyaseta serokê DYA’yê Donald Turmp de wiha nivîsand: "Israra Amerîkayê li ser nepejirandina daxuyaniya civîna awarte ya Ereban a li Qahîreyê û pabendbûna û tekezkirina Amerîkayê li ser pêşniyara Donald Trump a der barê koçberkirina xelkê Xezayê de, şaşiyeke stratîjîk a Amerîkayê ye ku dê bandorên wê yên neyînî hebin.

Rojnameyê diyar kir ku Koşka Spî guh neda hewldanên ji bo dîtina formuleke erebî û navneteweyî ji bo ji nûveavakirina Xezayê û derxistina planeke ji 3 qonaxên ji bo bicihkirina xelkê û jinûveavakirina Xezayê.

Hate gotin: "Di heman demê de, hemû cîhan matmayî bû, ji derketina nûçeyên têkildarî kanaleke paşerojê ya peywendiyê di navbera rayedarên ewlekarî yên amerîkî û tevgera Hemasê de ji bo encamdana cure rêkeftinekê ku hûrgiliyên wê nehatine ragihandin.”

Li gorî rojnameyê, helwestên nezelalî, nakokî, hişkbûn û gefên rêveberiya Trump pir xeternak in.

(k)