Rojnameyên erebî guhertin û veguhertinên li Rojhilata Navîn nirxandin

Rojnameyên erebî diyar kir ku guhertinên bilez ên li Rojhilata Navîn çêdibin ji aloziya çekan a li Lubnanê û parçebûna siyasî bigire heya binkeftinên Îranê, nîşaneyên pêvajoyeke zelal in ku hevsengiya hêzan ji nû ve saz dikin.

Rojnameyên erebî guhertin û veguhertinên li Rojhilata Navîn nirxandin
23 tebax, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de aloziya li Lubnanê, parçebûna navxweyî, her wiha rageşiya li Îranê nirxandin. Rojnameyan diyar kir ku ev alozî pêvajoyeke zelal nîşan dide ku hevsengiyên hêzan ji nû ve li herêmê dide avakirin.

‘LUBNAN DI NAVBERA ALOZIYA ÇEKAN Û PARÇEBÛNA SIYASÎ DE’

Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku Lubnan ketiye aloziyeke dualî; yek girêdana bi çekan ve, ya din ku dev ji  hevsengiya leşkerî berde wekî ku Îsraîl û Amerîka dixwazin.

Rojnameyê da zanîn ku mayina çekan di destê koman de dê aloziyê mezintir bike, lê bijarteya din jî, anku berdana çekan, ew jî xetere ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Lubnan niha bûye laburatora ceribandina van her du bijarteyan, ji ber ku çek bûye semboleke lawaz û bûye sedema nakokiyên nevxweyî.

‘ÎRAN DI NAVA BINKEFTINÊN HERÊMÎ DE YE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser veguherînên siyasî yên Îranê, destnîşan kir ku piştî rêzebinkeftinên wê herêmî, daxwazên referomê bilind dibin.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku kesayetiyên navdar ên wekî Mîr Huseyîn Mûsewî, Mehdî Kerûbî û Hesen Rûhanî bi armanca rawestandina bi dilxwazî ​​​​ya dewlemendkirina uranyumê, normalîzekirina têkiliyên bi Ereban re û pêkanîna reformên navxweyî yên aborî û mirovî însiyatîf pêşniyar kirine.

Li gorî rojnameyê, stratejiya Îranê ku li ser bingeha milîsên çekdar û bernameya wê ya nukleerî hatiye avakirin, bi rexneyên navxweyî yên mezin re rû bi rû ye, lê têkildarî bandora van polîtîkayan û şiyana wan a parastina welêt jî guman hene.

‘JI ŞERÊ LI HEMBERÎ ARTÊŞAN BER BI ŞERÊ LI DIJÎ RÊXISTINAN VE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da şerên ku Îsraîlê ji destpêka damezirandina xwe ve kirine. Rojnameya ezmûnên şerên Îsraîlê yên li dijî artêşên fermî yên Ereban ku di salên 1948, 1956 û 1967’an kiribûn, bi bîr anîn, li beramberî wê jî şerên wê yên demdirêj û bigirêk ku li dijî rêxistinên çekdar wekî Hizbullah a Lubnanê û komên çekdar ên li Xezayê dike.

Li gorî rojnameyê, wezîrê parastinê yê berê yê Misirê got artêşên Ereban bi nebûna tevahî agahiyan li ser hêza leşkerî ya Îsraîlê ketin şerê Filistînê, di heman demê de Îsraîl xwe dispêre taktîkên şerê gerîla û serbestiya biryardanê ya meydanî, van jî hişt ku bi ser bikeve.

Rojnameyê destnîşan kir ku "Îsraîl ku nêzîkî 2 salan e li dijî komeke çekdar a biçûk şerekî vekirî dimeşîne, tevî ku çekên giran bi kar tîne jî lê îro li Xezeyê bi şêwazeke wisa re rû bi rû ye. Ev yek kokên damezirandina wê wek dewleteke li ser bingeha rêxistinên çekdar tîne bîra mirov, ku tirsa wê ya domdar ji van rêxistinan rave dike."

(bb)