Rojnameyên erebî: Enqere, Iraqê provoke dike

Rojnameyên erebî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Bexda provoke dike da ku helwesteke dijiber li hemberî PKK’ê bigire. Rojnameyan der barê Lubnanê de jî da zanîn ku hê jî kelem li pêşiya avakirina hikumetê hene. Rojnameyan îşaret bi vê yekê kir ku li Tunisê jî bûyerek mîna yên beriya "Buhara Erebî" qewimî.

Rojnameyên erebî: Enqere, Iraqê provoke dike
8 sibat, 2025   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de tevgerên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraq, aloziyên li Lubnan û Tunisê nirxandin.

ENQERE ŞANTAJKIRINA BEXDAYÊ DIDOMÎNE

Rojnameya El Ereb ku di rojevên xwe yên îro de cih daye tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê diyar kir ku Enqere bi rêya pirsgirêka avê ya ku Bexdayê ji ber wê di zextê de ye, her wiha ji ber pêdiviya Iraqê bi tevkariya aborî û geşkirinê, hewl dide Bexdayê şantaj bike da ku helwesteke dijminane hemberî Kurdan û PKK’ê bigire.

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ

Der barê Lubnanê de jî rojnameya El Şerq El Ewsat destnîşan kir ku hewlên avakirina hikumeta Lubnanê niha rawestiyane û ev nirxandin kir "Ne ji ber ku serokê hikumetê Newaf Selam û serokê perlementoyê Nebîh Berî der barê navê wezîrê pêncem ê Şîî de lihev nakin, lê ji ber ku rayedarên Lubnanê hewceyê bêhnvedanekê ne ku naveroka nameya cîgira nûnerê DYA’yê yê bo Rojhilata Navîn Morgan Ortagus fêm bikin, ku Hizbullan cihê xwe di hikumeta Lubnanê de negire."

LI TUNISÊ ALOZÎ

 Rojnameya Independent Arabia îşaret bi vê yekê kir ku duh bi şev li bajarê Sûse yê li beravê rojhilatê Tûnisê alozî derket. Rojnameyê bi bîr xist ku ciwanekî bîst salî ji ber gengeşiya bi polîsekî re li ber navendeke ewlehiyê xwe şewitand. Hate gotin "ev bûyer, bûyera firoşkarê gerok Mihemed El Bû Ezîzî (26) tîne bîra mirov ku di 17’ê  Kanûna 2010`an de xwe şewitand. Bi vê bûyerê re çirûsa şoreşê li Tunisê dest pê kiribû, dawî li desthilata serok Zên El Abidîn Bin Elî hat û serhildanên Buhara Erebî dest pê kirin."

(bb)