Rojnameyên erebî: Barzanî li Îranê ye da ku wê razî bike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da serdana serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Îranê, dan û standinên agirbesta Hemas û Îsraîlê, her wiha dosyaya nukleerî ya Îranê.

Rojnameyên erebî: Barzanî li Îranê ye da ku wê razî bike
6 gulan, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Îranê nûçeyek bi sernavê "Barzanî li Tehranê ye da ku fikarên wê yên li ser pêşketinên têkiliyên Hewlêr û Enqereyê aram bike’ weşand. 

Li gorî rojnameyê sedema serdanê ew e ku Nêçîrvan Barzanî mijarên girêdayî têkiliyên partiya wê bi Tirkiyeyê re zelal bike û Tehranê bide îqnakirin ku têkiliyên Hewlêr û Enqereyê zirarê nadin berjewendiyên Îranê yên li Iraqê.

Di dewama nûçeyê de ev nirxandin hat kirin: “Hewlêr pêwîstî dît ku Nêçîrvan biçe Tehranê da ku gavên nêzîkatiyê bidomîne. Di heman demê de da ku aloziya bi Bexdayê re kêm bike, nemaze ku Bexda navenda desthilata federal a Iraqê ye û hevalbendên Îranê yên rayedarên partî û komên çekdar ên şîeyê wê kontrol dike.”

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku têkiliyên Hewlêr û Bexdayê di qadên siyasî, dozgerî û ewlehiyê de aloz bûbûn. Li gorî çavdêran jî, ev alozî bandoreke neyînî li têkiliyên Îran û PDK’ê ya bi serokatiya mala Barzanî kiribû. Hate gotin: "Êdî di nêrîna îraniyan de PDK’ê ne hevkarê DYA’yê tenê ye, di heman demê de PDK’ê ji bo hegemonyaya Tirk ku hevrikê Îranê li Iraqê bûye pirek.”

‘RAYEDAREKÎ XALA SEREKE YA NAKOKIYÊN DI DAN Û STANDINÊN XEZAYÊ DE AŞKERA KIR’

Têkildarî dan û standinên agirbesta Hemas û Îsraîlê, tora El Erebiya ku li ser zimanê rayedarekî îsraîlî xala sereke ya nakokiyên di dan û standinan de derketiye, aşkera kir. Li gorî rayedarê îsraîlî nakokî li ser vê yekê ye “Gelo dê peyaman pevguhertina dîlgirtiyan dawî li şer bîne yan wê ji bo agirbestekê demkî?”

Di dewama nivîsê de hate destnîşankirin ku rayedarekî nexwest navê xwe aşkera bike ku navbeynkaran hewl da Hemas û Îsraîl bigihêjin lihevkirinekê lê tu pêşketin çênebûne. Hate gotin, endamê polîtburoya Hemasê Husam Bedran ragihand ku dê Hemas ji daxwaza xwe ya vekişandina Îsraîlê ya bi temamî ji Xezayê nayê xwarê.

‘GELO DÊ TEHRAN Û AJANSA NAVNETEWEYÎ YA ENERJIYA ATOMÊ DIKARIN GIRÊKA PIRSGIRÊKÊN ASÊMAYÎ VEKIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser serdana gerînendeyê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossiya bo Îranê. Rojnameyê ev serdan wek hewldaneke nû ji bo vekirina girêka doza asêmayî ya di navbera her du dewletan de nirxand.

(bb)