QSD’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

QSD’ê ragihand ku ji şervanên wê Qadir Rojava (Raqî Mûsa) şehîd bûye.

QSD’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
QSD’ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
6 gulan, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta şervanê xwe Qadir Rojava (Raqî Mûsa) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Qadir Rojava dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, bi giranî birîndar bûbû û di encamê de şehîd bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di karê xwe de pispor bû. Beşdarî pêngavên hêzên me yên li Dêrazor û Eyn Îsa bû û di bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de cih girt. Hevrê Qadir Rojava bi dilxwazî erkên xwe pêk dianîn. Bi rihê xwe yê hevaltiyê yê bilind dihat naskirin."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Qadir Rojava û malbatên şehîdan re hat xwestin û soz hate dayîn ku dê xeyalên şehîdan ên avakirina welatekî ewle pêk bînin.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Qadir Rojava
Nav û Paşnav: Raqî Mûsa
Navê Dayikê: Neîme
Navê Bav: Milhim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, 2001
Dîroka Şehadetê: 29’ê Nîsana 2024.

(bb)