Rojnameyan behsa rewşa Sûriyeyê û hevsengiyên li rojhilatê Deryaya Spî kir

Rojnameyan nivîsî ku Sûriyeyê hîn jî di qonaxeke veguhêz a pir hesas de ye, ji ber pirsgirêkên ewlehî, siyasî û medyayê yên bi hev ve girêdayî. Di heman demê de "Civîna Qudsê" ya sêalî ku Îsraîl, Yewnanistan û Qibris beşdar bûn hevsengiya hêzê li herêmê ji nû ve dide avakirin.

Rojnameyan behsa rewşa Sûriyeyê û hevsengiyên li rojhilatê Deryaya Spî kir
5 ÇILE, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên ku îro, behsa lawaziya rewşa Sûriyeyê di vê qonaxa veguhêz de û guhertinên jeopolîtîk ên bilez li Rojhilatê Deryaya Spî piştî Civîna Qudsê ya sêalî di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê de, kirin.

SÛRIYE Û PÊDIVIYA AQILMENDIYÊ

Di der barê rewşa Sûriyeyê de, kovara El Mecella nivîsî ku yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ew e ku hin rayedarên Sûriyeyê û derdora wan bi "baweriya zêde" tev digerin, di demekê de ku welat piştî salên zext û şer hîn jî bi xetereyên giran re rû bi rû ye.

Kovarê destnîşan kir ku tiştê di salekê de hatiye bidestxistin destkeftiyek girîng e, lê rastiyek heye ku rêya avakirina dewletek bihêz û yekgirtî hîna dirêj û tijî astengî ne.

Ev astengî pir in, ji binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê bigire heta aloziyên têkiliya bi Îranê re, sekinandina peymana bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re, birînên vekirî yên li Siwêdayê, û heta gefên bermahiyên DAIŞ`ê û rejîma berê .

HEVPEYMANIYA ÎSRAÎL-YEWNANISTAN-QIBRISÊ TIRKIYEYÊ BI PIRSGIRÊKÊN STRATEJÎK RE RÛ BI RÛ DIHÊLE

Rojnameya El Nehar nivîsî ku "Civîna Qudsê" û peymanên paşê ji bo tetbîqatên leşkerî yên hevbeş di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê de asta hişyariya Tirkiyeyê bilind kiriye û çarçoveya nakokiya jeopolîtîk a di navbera Enqere û Tel Avîvê de ji qada Sûriyeyê heta Deryaya Spî berfireh kiriye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Tel Avîv dixwaze bi Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê re hevpeymaniyeke herêmî di formata "3+1" de xurt bike, ku xwe dispêre ser enerjî û ewlehiyê, û armanca wê ew e ku Tirkiyeyê dorpêç bike û nexşeya hevpeymaniyên herêmî ji nû ve xêz bike, bi vî rengî armancên deryayî yên Enqereyê sînordar bike.

YEMEN Û VEBIJARKA PÊKANÎNA ARAMIYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat mijara Yemenê nirxand û pêşwaziya berfireh a ji bo mazûvaniya Erebistana Siûdî ya ji bo Diyaloga Başûr wekî nîşanek hewcedariya lezgîn a çareseriyên siyasî yên li ser bingeha diyalog û lihevkirinê nirxand.

El Şerq El Ewsat diyar kir ku parastina dewlet û sînoran ne bi zorê, lê bi tenê bi lihevkirin û avakirina saziyên berfireh pêk tê. Rojnameyê serkeftina Diyaloga Başûr wekî modelek ji bo welatên ku pirgirêkên perçeûn û şerên navxweyî lê hene nirxand.

(k)