Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Li gorî çavdêran, hikumeta El Şeri hewl dide di gelek dosyayên hundirîn û derve de piştevaniya Rûsyayê bi dest bixe, ev jî roleke berfireh li Sûriyeyê dide Rûsyayê. Çavdêran diyar kir ku Hemas jî hewl dide kontrola xwe ya li ser Xezayê xurt bike. Di heman demê de dan û standinên Erebistana Siûdî û DYA’yê ji bo îmzekirina peymaneke mezin dewam dikin.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
18 cotmeh, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri li Rûsyayê, dosyaya Xezayê, her wiha têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘PIŞTÎ CIVÎNA MOSKOVÊ... TIŞTA KU EL ŞERI LI BENDÊ YE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri a li Moskovê nîvisî. Hate gotin: “Serdana El Şeri ya li Moskovê rêyeke nû ji bo bûyerên li Sûriyeyê destnîşan dike ku ji bo pêşketina wê bêtir dem hewce dike, nemaze ji ber ku ev serdan tevî paşxistina lûtkeya Rûsî-Erebî ya ku biryar bû li Moskovê li dar bikeve, pêk hat."

Rojnameyê îşaret pê kir ku xwestekeke mezin a El Şeri hebû ku ev hevdîtin pêk were. Hate diyarkirin ku El Şeri di hevdîtinê de hemû peymanên ku berê di navbera Sûriye û Rûsyayê de hatine îmzekirin, qebûl kirin, di heman demê de xwest Moskov bi petrol, xurek û çekan piştgiriya Sûriyeyê bidomîne.

Hate destnîşankirin: "Ev serdan di nava aloziyên berdewam ên li qada Sûriyeyê pêk hat ku hêzên navxweyî û derveyî di gelek mijaran de bi hev ve girêdayî ne. Li başûr ku federasyona Durziyan bi piştgiriya Îsraîlê hatiye damezirandin, li bakurê rojhilat Rêveberiya Xweser, li perav û navenda Sûriyeyê ku kêmnetewe hatine paşguhkirin. Êrişên ji hêla “kesên nenas" ve dewam dikin, bi taybetî endamên mezheba Elewî rojane tên kuştin, li bakur ku Tirkiye ji hêla leşkerî ve lê bi cih bûye û baregeha hewayî ya Kuweyres kontrol dike.”

Li gorî rojnameyê; "Tiştê ku piştî civîna Moskovê tê hêvîkirin, roleke berfirehtir a Rûsyayê di dosyaya Sûriyeyê de ye, nemaze der barê kêmneteweyan de ye (Durzî jî di nav de). Dîsa eger Îsraîl li başûrê welat zêdegaviyan bike, li ser daxwaza El Şeri polîsên leşkerî yên Rûsyayê werin belavkirin. Heke pêk were, ev tê wateya vegera hêzên Rûsyayê ji bo bicihkirina li çend deverên Sûriyeyê wekî baregeha hewayî ya Himîmîm û baregeha deryayî ya Tartusê.”

‘HEMAS HEWL DIDE EWLEHIYA XEZAYÊ KONTROL BIKE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî bal kişand ser rewşa Xezayê û diyar kir ku dezgeha ewlehiyê ya hikumeta Hemasê ya Xezayê hewl dide ewlehiya navxweyî ya şêniyan vegerîne û endamên xwe li herêmên ku Îsraîl jê vekişiye, berbelav bike da ku herêmê bi temamî kontrol bike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên di hundirê hikumetê de diyar kir ku xebata parvekirina mîsyonên ewlehiyê li efseran dest pê kiriye, di heman demê de tayînkirina parêzgerên nû û rêveberên polîsan dest pê kirine. Li gorî çavkaniyan, ev tayînkirin di çarçoveya kontrolkirina rewşa ewlehiyê de tên kirin.”

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku tevî pêvajoya duyemîn a peymana agirbestê ku divê li gorî wê Hemas çekan deyne û desthilatê biterikîne, lê Hemas dixwaze rewşeke jiyanî û ewlehî li Xezayê ferz bike, bêyî ku filistînî li ser alternatîfekê li hev bikin.

‘PEYMANA MEZIN A PARASTINÊ DI NAVBERA WASHINGTON Û RIYADÊ DE’

Rojnameya El Ereb jî cih da têkiliyên Erebistana Siûdî û DYA’yê. Rojnameyê destnîşan kir ku Erebistana Siûdî li ser peymaneke berfireh a tevkariya di warê parastin û îstîxbaratê de bi rêveberiya serokê DYA’yê Donald Trump re şêwiran dike. Hate gotin, ev beşeke nêzîkatiyeke ji bo xurtkirina hevpeymana stratejîk a di navbera her du welatan de ye, lê ji normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re cuda ye.

Li gorî rojnameyê, ev gavên parastinê di heman demê de wekî beşeke hewldanên berfirehtir ên DYA’yê ji bo ku Erebistana Siûdî ber bi normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re ve bibe, tên avêtin. Hate gotin, Washington peydakirina sîwaneke parastinê ji bo Riyadê wek gaveke pêşîn ji bo xurtkirina baweriya Erebistana Siûdî bi hevkariya xwe ya ewlehiyê bi DYA’yê re dibîne ku dikare bandorê li helwesta wê ya li ser normalîzekirina têkiliyên a paşê bike.

(bb)