ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-11-2023
5 mijdar 2023   02:00

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de, cih dan tevliheviya li herêmên hikumeta Şamê, şerê li Xezayê û helwesta DYA′ê ji vî şer, her wiha tevgerên dewleta Tirk ên li Lîbyayê.

Jinan li Helebê gotin ew piştgiriya Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dikin. Her wiha destnîşan kirin ku piştgiriya vê pêngavê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek girîng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) soza bi bira û pismanên xwe yên şehîd re dabû bi cih anî û heta kêliyan dawîn a jiyanê li ber xwe da. Şehîd Ferhad digotin, "Eger em şer nekin wê zarokên çawa bi aştî bijîn." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd bi alîkariya ku xelkê Silêmaniyê di çarçoveya hemleya “Em bi we re ne” de şandiye, xaniyan ji kesên ji erdheha Şehbayê ziyan dîtine ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê ya dagirkirî polîtîkayên tirkkirinê didomîne. Di vê çarçoveyê de navên gund û qadên giştî yên bi kurdî guhertine û kirine navên tirkî û yên osmaniyan.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê li hola Meclisa Qanûnsaz panelek bi dirûşma “Rola civaka siyasî di çareseriya siyasî de” li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Şerq a Reqayê bi koordîneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 1`emîn Kongreya Parastina Mîrasa Madî û Manewî ya Navneteweyî li li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê ji bo naskirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan li nexweşxaneya Firat daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Jinan bi daxuyaniyekê pêngava xwe ya bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan radigihîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê 1`emîn Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinan bi dirûşma “Jina azad ruhê jiyanê ye” li ser dika şehîd Musena Ebdulkerîm li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Cuma Hamid El Ebdullah li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)