Li Efrînê polîtîkayên tirkkirinê berdewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê ya dagirkirî polîtîkayên tirkkirinê didomîne. Di vê çarçoveyê de navên gund û qadên giştî yên bi kurdî guhertine û kirine navên tirkî û yên osmaniyan.

Li Efrînê polîtîkayên tirkkirinê berdewam dikin
Li Efrînê polîtîkayên tirkkirinê berdewam dikin
Li Efrînê polîtîkayên tirkkirinê berdewam dikin
Li Efrînê polîtîkayên tirkkirinê berdewam dikin
Li Efrînê polîtîkayên tirkkirinê berdewam dikin
5 mijdar, 2023   03:45
HELEB
MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên tirkkirinê û guhertina demgorafîk li Efrînê didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker dema Efrîn sala 2018`an dagir kir, navên gundan û qadên giştî yên bi kurdî guhertin. Herî zêde navên gundên navçeya Bilbilê guhertin.

Ji navên gundên hatine guhertin ev in:

Navçeya Bilbilê: Kûtana kiriye Selçûk Obasî, navê Qestel Mixdad kiriye Zafer Obasî, navê gundê Xelîloko kiriye Halîlak Obasî, her wiha navê gundê Bûkê kiriye Bak Obasi.

Navçeya Mabatayê: Navê gundê Maimla kiriye Mamal Uşagî, navê gundê Şiketka kiriye Maghar Juq û navê Kurzilê kiriye Cafer Obasî.

Di googelê de jî navên hin gundên din ên ku hatine guhertin aşkera dibin: Gundê Feqîra bûye Qarah Bas, navê gundê Çaqmaqê Mezin ê li navçeya Recoyê bûye Buyuk Jaqmaq.

Li gor lêkolîna Dr.Rozad Elî ya sala 2018`an di hejmara 72`yan a Kovara ′Hîwar′ de hatiye weşandin, dewleta Tirk navên gundên kurdî bi rêya pêvekên zimanê tirkî guhertine da ku li gor bilêvkirin û nivisandina osmanî be. Pêvek ev in:

Lî, girêdanê nîşan dide. Mînak: gundê Hobakê yê Recoyê bûye Hopkanlî.

Koy yanî gund. Mînak: gundê Qude bûye Kuda Koy.

Uşagî yanî zarok yan jî şaxên kokekê. Li navê damezrînerê gund an jî li yên destpêkê li gund bi cih bûne. Mînak: Mamal Uşagî yan zarokên Mamal. Tê texmînkirin ku navê damezrînerê gund e.

Oba yanî kom e. Mînak Selçuk Obasi yanî Koma Selcûq. Dewleta Tirk ev daye gundê Kûtana yê navçeya Bilbilê.

Ler; pêveka pirjimariyê ye. Mînak gundê Şêx kiriye gundê Şêxler Oyasi yanî koma şêxan.

Dr.Rozad Elî destnîşan kir ku di serdema osmanî de ev pêvek, li navên gelek taxên Efrînê hatibû zêdekirin.

Dewleta Tirk a dagirker navên qadên giştî yên li Efrînê yên ku sembolên gelên resen ên kantonê û taybetmendiyên gelê Kurd nîşan didin, guhertin.

Navên tirkî yên li van qadan û gundan hatine kirin, fikrên netewperestiya Tirk a faşîst îfade dikin. Ev nav, dîrok û nasnameya herêmê ji holê radike bû û bi nasnameya tirkî diguhere.

Navên qadên bajêr ên ku ji 2018`an ve hatine guhertin ev in; Qada Azadî kiriye Qada Ataturk. Çerxerêya Watanî kiriye Çerxerêya Recep Tayyîp Erdogan, navê çerxerêya Newroz kiriye Selahedîn, her wiha navê çerxerêya Kawa Hesinkar kiriye Çiqlê Zeytûnê.

Ji vê zêdetir, dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, 3 navên girêdayî peymangeha ′Yunus Emrê′ ya ziman û çanda tirkî vekirine.

(şx)

ANHA