ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 7 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 – 7 – 2024
31 tîrmeh 2024   02:00

Xelkê bajarê Çilaxa berxwedana gerîla a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û tevkariya PDKˊê bi dagirkeriyê re şermezar kir û got: "Gerîla rûyê rasteqîn a berxwedana li dijî zulma li Rojhilata Navîn e."

Şêniyên kantona Reqayê diyar kir ku lihevkirina bi dewleta Tirk re li dijî berjewendiyên sûriyeyiyan û komploya li dijî yekitiya gelê Sûriyeyê ye. Her wiha destnîşan kirin ku divê hikumeta Şamê ji bo vegerandina bajarên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bi Rêveberiya Xweser re hevkariyê bike.

Cotkarên Kobanê dest bi berhevkirina sêvan û firotina wan a li sûkan kirine. Li gorî cotkaran mewsima îsal a sêvan baş e têra wan û herêmê dike.

Mevlisa Jinan a PYDˊê ya Hesekê bi diruşma ˊBi vîna jina azad em ê qikirin û dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyên şoreşê biparêzinˊ panelekê li hola navendê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandariya Akademiyên Herêma Firatê dewreya Şehîd Ehmed Nasir El Silêman a HPCˊê li Akademiya Şehîd Ehmed El Elî û Akademiya Şehîd Kesko bi dawî dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratejîk ji bo derçûyên beşa sêyemîn li avahiya akademiyê ya Qamişloyê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, HPCˊê û Foca Agirkujiyê ya Hesekê têkildarî xebatên wan ên parastina mewsimê li hola Serdem a Hesekê merasîma xelatkirinê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermenî bi boneya Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li hola Serdemê ya Hesekê şahiyekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanên HREˊyê şehîd Çekdar Kobanê û Dilsoz Raco li Goristana Şehîd Sozdar Amanos oxir dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina kiryarên faşîsta Tirk li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê daxuyaniyekê dide, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)