ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-05-2026
31 gulan, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Girkê Legê girîngiya hevgirtina civakî anîn ziman û gotin bi yekitiya neteweyî re dê aramî li Rojava çêbibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Til Temirê koçberên gundê Dirdarayê piştî 7 salan vedigerin gundê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Endazyarê çandiniyê diyar kir ku bilindbûna pileya germê dibe sedema ku çandinî ziwa bibe û bişewite û hin caran jî dibe sedema belavûna nexweşiyan di nav çandiniyê de. Endazyar ji bo parastina çandiniyê hin şîret vegotin. BI WÊNE Û DÎMEN

Naya Îliyo ya 12 salî bi desteka malbatê hunera çêkirina peykeran pêk tîne û beşek jê jî di pêşangehekê de pêşkêş kiribû. Naya  hewl dide vê hunerê pêş bixe û firehtir bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Koşkarî li ser pêdiviya civakê hebûna xwe di hemû şert û mercan de diparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî zivistaneke bi baran, li caxçeyên Xabûrê demsala çinîna pelên tirî geş bûye. Cotkaran banga piştgirîkirina sektora çandiniyê kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di rojevên hefteya borî yên rojnameyên de paşguhkirina Kurdan di tayînkirina nûnerên parlamentoya Sûriyeyê de û temsîla jinan hatin nirxandin. Der barê Îran û DYA‘yê de jî hate diyarkirin ku her du alî nêzî lihevkirinekê dibin. Tengava Hurmuzê jî hîna navenda şerê navneteweyî ye. BI DÎMEN

Şêniyên Qamişlo, dê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) meşekê li dar bixin, meş li Çerxerêya Sonî dest pê dike, 10.30. BI WÊNE Û DÎMEN