Xelkê Girkê Legê: Bi yekitiyê dê aramî li Rojava çêbibe

Şêniyên bajarê Girkê Legê girîngiya hevgirtina civakî anîn ziman û gotin bi yekitiya neteweyî re dê aramî li Rojava çêbibe.

Xelkê Girkê Legê: Bi yekitiyê dê aramî li Rojava çêbibe
31 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD

Xelkê Rojava li beramberî rewşa Sûriyeyê û tevahî herêmê, çareseriyê di yekitiya Kurdan de dibînin. 

Şewket Muslim anî ziman ku parastina deskeftiyên şehîdan berpirsyartiyeke ji tevahiya gelê Rojava tê xwestin û got "Di vê pêvajoyê de divê em parastina herêma xwe bikin. Êrîş li ser me hene û dixwazin fitneyê têxin navbera pêkhateyên herêmê. Di vê pêvajoyê de yekitiya neteweyî hebûna me diparêze."

Nesrîn Mihemed jî got: "Ji her demê zêdetir divê em di vê pêvajoyê de herêma xwe ji êrişan biparêzin."

Hêvîn Murad jî got, di vê pêvajoyê de divê hemû xelkê herêmê û bi taybet partiyên siyasî yên kurdî xwedî yekhelwestî bin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Aramiya herêmê bi yekitiya xelkê herêmê ve girêdayî ye. Parastina herêmê û destkefiyên şehîdan erkekî exlaqî ye ji me hemûyan tê xwestin."

(np)

ANHA