ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 10 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 10 - 2024
30 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên Hesekê û koçberên ji Serêkaniyê got hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo gelên herêmê serkeftin e. Şêniyan diyar kir ku dê li hemberî tecrîdê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan bang li partiyên siyasî û hiqûqnasan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bikin û dengê xwe bigihînin raya giştî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û karkerên firneya Kobanê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk dê li pêşiya karên wan nabin asteng û got “Nikarin vîna me tune bikin, em ê karê xwe berdewam bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Oldaran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û banga aştî û hezkirinê di navbera ol û baweriyan de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan destnşan kir ku dê herêmê ji êrişan biparêzin û di vê yekê de bi biryar in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber êriş û dorpêçê nexweşên giran di warê xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de gelek zehmetiyan dikişînin. Rewşa 2 nexweşên pençeşêrê ku niha li Qamişloyê têne dermankirin, vê yekê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çavdêrên lubnanî dibêjin Îsraîl dê şerê xwe li dijî Lubnanê bidomîne heta ku armancên wê pêk werin. Ji bo rawestandina şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de jî divê her du alî tawîzên mezin bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxiyê didin malbata şehîd Tolîn Pelşîn li taxa şehîd Moro, saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin, meş ji pêşiya qada şehîd Xebat dest pê dike, saet di 11:00’an de. Li bajarê Çilaxa xwepêşandan ji pêşiya meclisa bajêr dest pê dike, saet di 11:00’an de. Li kantona Minbicê xwepêşandan ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê ve tê lidarxistin, saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên xwecih ên bajarê Hesekê bi xwepêşandanekê li qada Hemame (Kevokê) ya taxa Til Hecer êrişên dagirkeriya Tirk şermezar dikin, saet di 11:30’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Firatê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê bi bîr tînin, saet di 17:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)