Nexweşên pençeşêrê di xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin

Ji ber êriş û dorpêçê nexweşên giran di warê xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de gelek zehmetiyan dikişînin. Rewşa 2 nexweşên pençeşêrê ku niha li Qamişloyê têne dermankirin, vê yekê nîşan dide.

Nexweşên pençeşêrê di xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin
Nexweşên pençeşêrê di xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin
Nexweşên pençeşêrê di xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin
Nexweşên pençeşêrê di xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin
Nexweşên pençeşêrê di xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin
Nexweşên pençeşêrê di xwegihandina derman û xizmeta tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin
30 cotmeh, 2024   09:00
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Nexweşên pençeşêrê ji ber tunebûna hin cureyên dermanan ku buhayên wan di navbera 500 û 800 dolarên amerîkî de ne, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir zehmetiyan dikişînin.

Di vê raporê de em ê behsa rêwîtiya 2 nexweşên pençeşêrê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin ku ji bo peydakirina dermanên pêwîst gelek êş û azar kişandine.

Zaroka bi navê Dîlan Îbrahîm bi laşê xwe yê nazik, li dijî nexweşiya pençeşêra xwînê ku nîşaneyên wê nêzî 5 meh in dest pê kirine, têkoşîneke dijwar dike. Ew bi dayika xwe re her hefte serdana Nexweşxaneya Onkolojî, Talasemî û Şewitandinê ya li Qamişloyê dike, berê jî li Şamê dihate dermankirin. Lê êş û azara wan ne tenê nexweşî ye. Malbata wê jî ji ber nebûna dermanan û zehmetiya peydakirina lêçûnên dermankirinê gelek êşan dikişîne.

Rewşa Dîlanê reşwa gelek nexweşên pençeşêrê yên ku ji ber nebûna hin dermanan bi xetereya mirinê re rû bi rû ne, nîşan dide. Rewşa wê her wiha dide nîşan ku hewcedariya lezgîn a van nexweşan bi piştgiriyê heye.

Malbata Dîlanê 3 mehan li Şamê dima û ji ber ku nekarîn kirêya oda otêlê bidin, neçar man di nava baxçeyan de razên. Nisrîn Mihemd, dayika Dîlanê ye. Nisrîn dibêje: “Derman li wir peyda dibin, lê lêçûna me zêde ye, em nikarin kirêya oda otêlê bidin, em neçar in ku her hefte li parkê bisekinin heta ku dora me ya nexweşxaneyê bê.”

Nisrîn hêvî dike ku derman ji bo nexweşên lûksemiyê peyda bibin û dibêje: "Em nikarin vegerin Şamê tevî ku dermanan li wir hene, lê rewşa dijwar a jiyanê nayê tehemûlkirin.”

Berî 2 sal û nîvan tendirustiya Hemîd Hisên ber bi xirabûnê ve çû û wî hay jê nebû ku şaneyên pençeşêrê di laşê wî de belav dibin.

Hisên li Şamê dest bi rêwîtiya xwe ya dermankirina nexweşiyê kir û piştî derbasbûna 5 mehan, li Şamê emeliyata mîzdankê kir û hinekî baş bû.

Di pêvajoya 7 mehan de, Hisên her meh 4 caran dermanê pençeşêrê distîne.

Hisên rêwîtiya xwe ya dermankirinê li Şamê bi dawî anî û vegeriya ku dermankirina xwe li bajarê xwe temam bike, piştî ku Nexweşxaneya Onkolojî, Talasemî û Şewitandinê ya Qamişloyê deriyên xwe vekir û ev nêzî salekê ye dermankirina xwe li nexweşxaneyê dewam dike.

Hisên der barê mijarê de dibêje: “Derman li vir hene. Carê her ku diçûm Şamê ji aliyê aborî ve min zehmetî dikişand, li vir tu xerca derman û xizmetguzariyê nadim û hemû derman û derzî bê pere ne. Ez tenê 70 rojan carekê serdana navendên venêrînê ya li Şamê dikim, da ku zanibim çi qas derman bistînim û paşê vedigerim vir xwe derman dikim.”

ASTENGÎ Û ZEHMETÎ

Rêvebira nexweşxanê Hediya Ebdullah da xuyakirin ku ew ji ber lêçûnên giran ên dermanan di warê dermankirina nexweşên pençeşêrê de rastî gelek zehmetiyan tên.

Li gorî Hediye Ebdullah heta niha tu sazî û dezgehên mirovî û tenduristiyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, ji bo nexweşên pençeşêrê tu alîkariyek pêşkêşî Heyva Sor a Kurd nekiriye.

Nexweşxaneya Onkolojî, Talasemî û Şewitandinê ku di 17’ê Kanûna 2023’yan de li Qamişloyê hat vekirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e ku van cureyên nexweşiyan derman dike.

(k)

ANHA