Wezîrekî Îsraîlê dema bidawîbûna şerê li hember Hizbullah aşkera kir

Piştî Neîm Qasim li şûna Hesen Nesrullah bû sekreterê giştî yê nû yê Hizbullaha Lubnanê, Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich got dê beriya bidawîbûna îsal şerê li bakur bi dawî bibe.

Wezîrekî Îsraîlê dema bidawîbûna şerê li hember Hizbullah aşkera kir
29 cotmeh, 2024   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich dema bidawîbûna şerê li bakurê welatê xwe li hember Hizbullah Lubnanê aşkera kir.

Rojnameya Israel Hayom a Îsraîlê vê êvarê ku agahiyên xwe dispêre Bezalel Smotrich diyar kir ku dê şerê li bakur beriya bidawîbûna îsal bi dawî be û dê biryara budceya dewletê di dawiya Çileya bê de bê dayîn.

 Îsraîlê îro li ser erkdarkirina Neîm Qasim ji bo sekreterê giştî yê nû yê Hizbullaha Lubnanê li şûna Hesen Nesrullah parvekirinek kir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant li ser hesabê xwe yê Xʹê tevî wêneyê Neîm Qasim gotibû ev erkdarkirineke demkî ye, ne bi demeke dirêj e.

(fr)