Misirê hişyariya şerekî nû da

Misirê bang li civata navneteweyî kir ku pêşî li vekirina eniyekî nû ya şerê li Lubnanê bigire, ji ber ku ev şer wê bibe sedema ku herêm ber bi şerekî herêmî berfireh ve biçe.

Misirê hişyariya şerekî nû da
28 tîrmeh 2024   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bûyerên dawî yên li gundê Mecdel Şemis a Colana Sûriyê ya dagirkirî, Misirê metirsiya xwe ji pêkanîna şerekî nû li Lubnanê nîşan da û hişyarî kir. Misirê diyar kir ku dibe ku ev şer li herêmê berfireh bibe.

Wezareta Derve ya Misirê li ser hesabê xwe ya ‘Facebook’ ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got divê piştgiriya Lubnan, gel û saziyên wî werin kirin û ew ji êşên şer bê parastin.

Misirê bang li hêzên di civata navneteweyî de bandorker kir ku yekser destwerdanê bike ku gelên herêmê ji şer werin parastin.

Her wiha Qahîreyê hişyariya xwe ya li ser metirsiyên berdewama şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de jî nû kir, her wiha daxwaza agirbesteke bilez û giştî kir.

(mg/fr)