ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2023
29 kanûn, 2023   02:00

Salih Muslim destnîşan kir ku pêngava ji bo banga pêkanîna azadiya‏ ‏fîzîkî ya Rêber Abdullah ‎Ocalan li seranserî cîhanê belav bû, lê negihîştiye asta têxwestin û got: "Gelên Kurdistanê ji bo ‎azadiya fîzîkî ya Rêbertî, pêkanîna projeya demokratîk û berxwedaneke mezin hewldanên ‎zêde bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Hiqûqnas Elaedîn El Xalid Kalo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst ên ‎ku dixwazin doza Kurdî tune bikin, di aliyê qanûnî de nêzîkî doza Rêber Abdullah Ocalan dibin û ‎got: "Tirkiye amûra kapîtalîzmê ya şerkirina modernîteya kapîtalîzmê ye."‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê got piştî erêkirina ‎Hevpeymana Civakî ya nû, dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina projeya demokratîk, êrişên ‎xwe yên li dijî herêmê zêde kirine.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Cizîrê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan û hedefgirtina ‎binesaziya herêmê birçîkirina gelê herêmê ye. Şêniyan li hember êrişan banga hevgirtinê kir.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sazî û dezgehên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li aliyekî pirsgirêk çareser kirin û ‎li aliyekî din projeyên nû xistin meriyetê. Lê dewleta Tirk a dagirker bi êrişên dermirovî hewl da ‎van projeyan têk bibe.‎ (BI WÊNE)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Şehba û Efrîn di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanê ya′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de meşekê ji navçeya Fafînê ber bi navçeya Ehrezê ve li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA