Encamên dawîn ên hilbijartinên Iraqê hatin aşkerakirin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê encamên herî dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê aşkera kirin. Li gorî Komîsyonê Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bidest xistine û piraniya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê pêk tînin.

Encamên dawîn ên hilbijartinên Iraqê hatin aşkerakirin
28 kanûn, 2023   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîneke çapemeniyê de îşev, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên hilbijartinên parêzgehên Iraqê aşkera kirin.

Li gorî encamên dawî yên komîsyonê, Kurdan li parêzgeha Kerkûkê 7 kursî bi dest xistine (YNK’ê 5 kursî û PDK’ê jî 2 kursî). Her wiha hate diyarkirin ku pêkhateya Ereb 5 kursî bidest xistine û pêkhateya Tirkmen jî 2 kursî bidest xistine û Mesîhiyan jî kursiyek bi dest xistiye.

Encûmena nû ya parêzgeha Kerkûkê ji 11 mêr, 4 jin û kursiyek ya pekhateya Mesîhiyan (Xiristiyan) pêk tê. Li gorî rêkeftina siyasî, YNK’ê di kursiya pekhate Mesîhiyan ku serokatiya pêkhatiyê ji aliyê Rayan Kildanî ve tê kirin wergire û bi vî awayî wê tifaqa YNK’ê bibe xwedî 6 kursiyan. Bi vî awayî YNK bi 6 kursiyan û PDK jî bi 2 kursiyan, weke aliyên Kurd nîvê kursiyên encûmenê pêk tînin.