ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2026
29 nîsan, 2026   02:00

Cîgira seroka Weqfeya Jinan a Iraqê Suheyla El Esem destnîşan kir ku jinên sûriyeyî di hawirdoreke tijî binpêkirin de li ber xwe didin û ji wan xwest têkoşîna mafên xwe bidomînin û ji bo diyarkirina siberoja xwe bixebitin.

Li kampan di bin konan de bi sedan malbatên ji Serêkaniyê li benda vegerê ne. Dipirsin û li bendê ne ka dê kengî vegerin warê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gel guherînên şêwazên jiyanê jî, lê hîna şêniyên herêma Aliyan a Girkê Legê û Çilaxayê bi rêbazên berê çêkirina penêr, sîrik û lorikê didomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêrîn Ebas diyar kir ku divê partî nakokî û pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bi yekitiya xwe, xwe ji qirkirinê xelas bikin û doza Kurdan bi yekitiyê misoger dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Çavkaniyên ji Saziya Sotemeniyê diyar kir ku wan bihayê mazot û benzînê yê ji bo xizmeta gel bilind nekirine, dê ji bo binpêkirinên di mijara wesayîtan de serjimarî bê çêkirin. Her wiha dê Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo diyarkirina bihayê ampêran bi xwediyên jeneretoran re bicive. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dêrikê bi mijara şîrovekirina rewşa dawî li herêmê û Sûriyeyê li Navenda Ciwanên Şoreşger civînekê ji şêniyan re li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN