Li Cebleyê hejmarek guleyên doçka ketin

Gelek guleyên doçka 23 mm li bajarê Cebleyê ketin. Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku beriya gule bikevin dengê teqînan, avêtina guleyan û balafiran hat bihîstin.

Li Cebleyê hejmarek guleyên doçka ketin
28 nîsan, 2026   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku hejmarek guleyên doçka 23 mm li gelek cihên li bajarê Ceblê û rêya bi ser wê ve ketin. Vê yekê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

SOHRˊê da zanîn ku berê bûyerê dengê avêtina guleyên doçka 23 mm û gera balafiran ku tê texmînkirin ên Rûsyayê ne hat bihîstin.

SOHR ku agahiyên xwe dispêre şêniyên herêmê da zanîn ku denê teqîn û guleyan êdî di van demên tetbîqatan de normal bûne û tên naskirin, lê ketina hejmarek ji guleyan li hundirê taxên şêniyan û li ser rêya giştî pêşdeçûnek çênebûye ava kir û metirsî ji dubarebûna van bûyeran re çêkir.

Ev bûyer balê dikişîne ser pirsgirêka berdewama rahênanên leşkerî yên bi guleyên zindî li nêzîkî malbatên sivîlan û xetereyekê li ser jiyana sivîlan çêdike û heke bên paşguhkirin, dibe binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovî be, ku divê aliyên leşkerî hemû tedbîrên ewlehiyê bigirin.

(fr)