Li 4 navendan pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKK′ê

Salvegera damezirandina PKK′ê li Girkê Legê, Şedadê, Reqa û Qamişloyê hatin pîrozkirin.

27 mijdar 2023   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeyên Girkê Legê, Şedadê, bajarên Reqa û Qamişloyê salvegera damezirandina PKK′ê hat pîrozkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişloyê salvegera PKK′ê li hola Rojhilat pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Narîşan Ezîz Berekat salvegera damezirandina PKK′ê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelan pîroz kir û got: "Bi saya PKK′ê em hene. PKK′ê em fêrî têkoşîn û berxwedana azadiyê kirin."

Piştre koma Berxwedan û koma Aram Tîgran stran gotin û beşdaran jî govend gerandin.

Ji rêveberên Hêzên Parastina Civakî (HPC) Silêman Berces jî got: "Bi PKK′ê em têgihiştin  ku em hene. Şoreşa Rojava berhema felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ne ji fedakariyên gerîla û xeta PKK′ê bûye me di şoreşê de destkeftî bi dest nedixistin."

Piştre koma Çekdar Ereb govend gerandin, hunermend Baran Dilbuhar jî stran gotin. Beşdaran li ser stranan govend gerandin.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê pîrozbahî li hola Werzîşê hat lidarxistin. Rêvebera Kongra Star Emîra Seed axivî û got: "Em salvegera 45′an mîlada berxwedanê li Rojhilata Navîn, mîlada PKK′ê ya li hemberî zulmê rabû pîroz dikin."

Rêveberê PYD′ê Refet El Derwîş da zanîn ku 27′ê Mijdara 1978′an bi fikrê ronakbîr Abdullah Ocalan tevgera azadî û rûmetê ava bû.

Şahî bi stran û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê salvegera damezirandina PKK′ê pîroz kir. Pîrozbahî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ve li qada azadî ya li taxa Hilêliyê hat lidarxistin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo salvegera avabûna PKK′ê li tevahî welatparêzan pîroz kir û got:′′PKK′ê ji bo rizgarkirina gelên bindest, ji bo avakirina Kurdistanek azad, ji bo rakirina tola şehîdan ava bû. Bi PKK′ê re gelê Kurd toza bi hezarên salan a koletî û çokdanînê rakir û rêya berxwedan, têkoşîn û rêxistinê hilbijart. PKK′ê pira ku Kurdan ji koletiyê ber bi azadiyê ve biriye.′′

Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk Mûsa Xelîl bal ser dîroka PKK û astengiyên li pêşiya wê derketin û serkeftinên ku bi dest xistine. Mûsa Xelîl got: "Êrişên hovane û siyasetên qirkirina neteweyî, çandî û fikrî li dijî me dihatin kirin. Komkujî li dijî me pêk anîn. Bi deh hezaran sivîl, fermandar, sembolên siyasî yên Kurd bûn qurbanî. Tevahî cûreyên tirsandina gel dimeşandin da ku îradeya wî têk bibin û wî ji rihê neteweyî û berxwedanê dûr bixe. Li gundekî di maleke biçûk de dûrî çavê dewleta Tirk a despotî damezirandina PKK′ê hat ragihandin. Mîlada PKK′ê mîlada gelan e. "

Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê Ronahî Hisên jî diyar kir ku armanca wan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got, dê li ser rêya ku Rêber Abdullah Ocalan ji ciwanan re xêz kiriye, bimeşin.

Piştre koma Botan a stranan, koma Şehîd Welat a dîlanan û koma Şehîd Sakîne ya stranan hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunermend Nesrîn Botan û Hisên Dêrik jî stran.

Her wiha bi boneya salvegera damezirandina PKK′ê parka "Azadî" li bajarê Qamişloyê hat vekirin. Park ji stada fubol, holeke girtî ya basketbul û voleybol, hewzekî avjeniyê, beşek xwaringeh, dika şano, dikan, beşek lîstokên zarokan pêk tê.

REQA

Li bajarê Reqayê pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK′ê li hola Mişwar bi amadebûna şêniyên bajar, nûnerên rêveberiyên sivîl ên Tebqa û Reqayê, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran û endamên saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser damezirandina PKK′ê hat pêşandan. Piştre şêwirmendê Meclisa Sivîl a Reqayê Ednan Hesen axivî û salvegera damezirandina PKK′ê li gevahî gelan pîroz kir.

Ednan Hesen got, dîroka PKK′ê dîrokeke ji agir e  û wiha domand: "Bi saya xwîna şehîdan û ramanên Rêbertî em gihaştine vê asta pêşketinê. Gelên Kurd, Ereb û Suryan xwedî dîrokeke jiyana hevbeş in û li vir kom bûne da ku yekitiya xwe nîşan bidin.′′

Hesen îşaret pê kir ku dewleta Tirk hewl dide projeya PKK′ê têk bibe û tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike da ku vê armancê pêk bîne. Her wiha got: "Dewleta Tirk nizane ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêbertî bi yek destî li hemberî planên wê disekinin. "

Piştre komên hunerî yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hunerên xwe nîşan dan. Ciwanan jî meşale pêşxistin û bê navber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

(bb)

ANHA