ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-08-2026
27 tebax, 2026   02:00

Rewşenbîran daxwaza naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de kirin û diyar kirin ku Biryarnameya Hejmar 13 têrê nake. BI WÊNE Û DÎMEN.

Malbatên şehîdan li Qamişlo pabendbûna xwe ya bi destkeftiyên ku ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatine bidestxistin re anîn ziman û diyar kirin ku ew li ser rêya zarokên xwe yên ji bo parastina herêmê û mafên civakên cihêreng şehîd bûne, dimeşin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Zarokan a 11`emîn li bajarokê Rimêlan didome. Mîhrîcan 1`ê Îlonê, li ser asta herêma Cizîrê bi tevlîbûna 35 komên hunerî yên taybet bi zarokan, li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran tê lidarixstin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Piştî hilweşandina sîstema Baas Tirkiyeyê û Îsraîl li ser siberoja Sûriyeyê bi hev re di nava pêşbirkê de ne, metirsî hene ku Sûriyeyê bibe qada pevçûnên herêmê lê were kirin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên Çilaxayê ji bo pirsgirêka çopê li çareseriyê digerin û ji şaredariyê daxwaz kirin berpirsyar nêz bibe. BI WÊNE Û DÎMEN.

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hesekê Ferhan Dawûd da zanîn ku vegera koçberên Serêkaniyê ji bo bajarên wan hewceyî misogeriyên ewlehiyê ye û da zanîn ku arastina koçberan û milkên wan berpirsyartiya hikumeta veguhêz e. BI WÊNE Û DÎMEN.

-Meclisa Malbatên Şehîdana a Qamişloyê ji bo Zeyneb Tekoşîn, Lewend Qamişlo û Ferhan Salih Şebo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan merasîma oxirkirinê li dar dixe, saet 18.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarên Tirbespiyê û Çilaxayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Mistefa El Mihemed li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê defin dikin, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê cenazeyên şehîd Îman Mihemed Mistefa, Fatme Mihemed Mistefa û Raniya Ferîd Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, saet 09.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN.

-Xelkê bajarê Til Temirê bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û kêmkirina bihayan çalakiyekê li ser rêya M4 li dar dixe, saet 19.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN