Dewletên Ereb û Ewropî entegrasyona QSD’ê ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê nirxandin

Fransa, Brîtanya, Qeter, Urdun, Sûriye û Erebistana Siûdî entegrasyona QSD’ê di nav saziyên dewletê de pîroz kirin û ev gav ji bo xurtkirina yekitî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê girîng dîtin.

Dewletên Ereb û Ewropî entegrasyona QSD’ê ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê nirxandin
26 tebax, 2026   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fransa, Brîtanya, Qeter, Urdun, Sûriye û Erebistana Siûdî pêşwaziya ragihandina entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nav saziyên dewletê de kir û ev ragihandin ji bo xurtkirina yekitî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê girîng dîtin.

Nûnerê Taybet ê Brîtanyayê ji bo Sûriyeyê Barry Peach diyar kir ku ragihandina bidawîbûna mîsyona QSD’ê wekî hêzek leşkerî ya serbixwe û entegrasyona wê di nav saziyên dewletê de gavek girîng ber bi Sûriyeyek aştiyane, aram û yekgirtî ve temsîl dike.

Qeterê jî pêşwaziya entegrasyonê kir û ev gavek ber bi xurtkirina aştiya sivîl, zêdekirina ewlehî û aramiyê û avakirina dewletek saziyan û serweriya hiqûqê ve dît.

Urdunê pêşwaziya vê gavê kir û destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide yekitî, serwerî, ewlehî, aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê. Erebistana Siûdî jî diyar kir ku ev yek dibe alîkar ku ewlehî û aramî pêk were û piştgirîya xwe ji bo yekitî û pêşveçûna Sûriyeyê dubare kir.

Wezîra Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê Hind Qebewat endametiya siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed di Parlamentoyê (Meclisa Gel) de pîroz kir û got: “Di hevdîtinên pê re, min siyasetmedareke birêz û xurt dît, ji gelê Kurd hez dike û piştgiriyê dide dozên jinan.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî pêşwaziya entegrekirina QSD’ê di nav saziyên dewletê de kir û diyar kir ku ev yek helwestek ku piştgirîya navneteweyî ya zêde ji bo vê gavê nîşan dide.

(f)