ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2023
24 cotmeh 2023   02:00

 - Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê destnîşan kirin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ciwanan got: ′′Armanca me ya sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.′′ (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dayikên şehîdan ên Helebê şehîd Bêrîtan bi bîr anî û got, çalakî û têkoşîna şehîd Bêrîtan berxwedana gelê Kurd a li dijî xiyanetê mezin kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şehîd Mehmûd El Wero û birayên xwe ji bo parastina herêmê ji êrişan  bilez tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. Mehmûd El Werdo tevî 28 hevalên xwe li Akademiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên PYD`ê gotin, li dijî hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re yekitiye neteweyî lazim e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-SZK`ê bi armanca pêşxistina nivîsandin, xwendin, perwerdekirin û weşangeriya bi zaravayê Kurmancî, pirtûka Rêzimana Kurmancî amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser raporeke berfireh têkildarî zerarên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker çêbûne, pêşkêşî aliyên navneteweyî û saziyên hiqûqî kir. Rêveberiya Xweser diyar kir ku 224 cih bi balafiran hatin bombebarankirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Tariq Wehbî destnîşan kir ku berfirehbûna şerê Îsraîl û Hemasê, dê bibe sedema şerekî herêmî yê mezin û got, ev şer girêdayî hevalbendên her du aliyan. (BI WÊNE).

-Şêniyên kantona Kobanê bi çalakiyekê piştgiriya xwe bi pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan re radighînin. Çalakî li qada Şehîd Egîd tê lidarxistin, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Firatê sersaxiyê ji malbata şehîdê HPG′ê Zagros Besta re dixwazin. Sersaxî li gundê Koktep ê navçeya Çelebiyê tê qebûlkirin, saet di 12:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çand û Hunerê û Yekitiya Hunermendan a Herêma Firatê hunermend Beytocan di çilrojiya wî de bi bîr tînin. Bîranîn li navenda Baqi Xido tê lidarxistin, saet di 13:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê pêşangeheke kardestiyan li nêzî navenda xwe ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê vedike, saet di 16:00′an de (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gundên li sînorê Lubnanê ji Naqûra heta bi Şeba, ji ber pevçûnên di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de di rewşeke aloz de ne. (BI WÊNE)

ANHA