ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-08-2026
24 tebax, 2026   02:00

Li bajarê Tirbespiyê Kurd, Suryan û Ereb ne tenê di şîn û şahiyan li hevdû dicivin, êdî fêrî zimanê hevdû bûne û têkiliyên wan ên civakî kevnar in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner Sêvan Seîd da zanîn ku lihevkirinên agirbestê li Rojhilata Navîn nabin çareseriyên domdar, di demekê de ku sedemên şer hîn hene, ew dibin sazîkirineke demkî ji bo derbaskirina demê û ji nû re sererastkirina hevsengiyên hêzan li herêmê.

Peymana 29`ê Çileyê piştî temamkirina beşa entegreyê ya leşkerî û ewlehî, hejmarek ji dosyayên xizmetguzarî derbasî qonaxeke nû dibe, lê hîn jî mijara vegera koçberan, fêrkirina bi zimanê Kurdî û rêbazan, sazîkirina rêveberiya xwecihî, misogerkirina mafê Kurdan ên bi hacetî temamkirinê de, temam nebûne.

Behremenda ciwan Beraa Miêş bi neqişandinê wesîleya nîşandana xwebûna xwe, derxistina  aliyên kevneşopî û çanda Kurdî dîtiye. Ew bi piştgiriya malbat û hevalên xwe behreya xwe pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê merasîma cenaze ya şehîd Zîlan Kendal (Yasmîn Hisên Silêman) û Sosin Çekdar (Gulnaz Asim Kaso) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê li dar dixe, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)