Çavkaniyeke fermî naveroka civîna Îsraîl û Sûriyeyê eşkere kir

Çavkaniyeke fermî ya Sûriyeyê got di civîna Îsraîl û Sûriyeyê de li ser mekanîzmeyên, şer li Sûriyeyê rûnedê, dan û standinên Îsraîl û Sûriyeyê û seknandina êrişên Îsraîl li ser Sûriyeyê nîqaş kirine.

Çavkaniyeke fermî  naveroka civîna Îsraîl û Sûriyeyê eşkere kir
24 tebax, 2026   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Sûriyeyê Wezîrê Karê Derve Esed El Şêbanî serokê istixbaratên giştî Hisên Selame û serokê istixbaratê leşkerî Nîdal Şahîn li Urdunê bi şandeya Îsraîl re civiyan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî bombebarankirina Îsraîl û gengeşiya li başûrê Sûriyeyê çêbû navbeynkarî ji vê civînê re kir. 

Li gorî agahiyên ajansa Sûriyeyê (Sana) ji çavkaniyeke dîplomasî ya Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê wergirtî di civînê de li ser mekanîzmayên seknandina êrîşên Îsraîl li ser Sûriyeyê û girtinên ji aliyê Îsraîl ve têne kirin, axivîne. Her wiha ji bo aliyê ewlehiyê peyman navbera Îsraîl û Sûriyeyê de çêbe, nîqaş kirine.

Heman çavkaniyê da zanîn ku şandeya Sûriyeyê di civînê de gotiye ku mafê dewleta Sûriyeyê heye artêşa xwe ya niştîmanî ava bike û pêşbixînê û li gorî berjewendiyên neteweyî jî hevkariyê bi dewletan re bike, ew qebûlnakin ku kesek van mafên Sûriyeyê sînordar bike.

Ji bo Colan jî şandeya Sûriyeyê gotiye Colan xaka Sûriyeyê lê ew niha girîngiyê didin ku hêzên Îsraîl xwe bikşînê xetên xwe yên berî 8`ê kanûnê 2024`an û li ser peymana sala 1974`an a navbera Îsraîl û Sûriyeyê tevbigerin.

Her wiha çavkaniyê diyar kir ku di civînê de girîngî dane aramiya Sûriyeyê û herêmê û divê li Sûriyeyê di navbera Tirkiyeyê û Îsraîl şer çênebe.

Malpera Amerîkî (Axios) gotibû ku berpirsên Sûriyeyî û Îsraîlî li Urdunê li hevdû civiyane.

Şandeya Sûriyeyê û şandeya Îsraîl piştî gengaşî li ser sînorê Sûriyeyê û Îsraîl zêde bû û hêzên Îsraîl balafirgeha Ebû El Zihûr a leşkerî bombebaran kir, li hevdû civiyan. Îsraîl ji bo balafirgeha Ebû El Zihûr anî ziman ku Tirkiyeyê amadekarî dikir ku balafirgehê bide bikaranîn.

(np)

ANHA