ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-2-2025
23 sibat, 2025   02:00

Siyasetmedaran diyar kir ku kilîta aştiya li Rojhilata Navîn li cem Rêber Abdullah Ocalan e û bêyî serbestberdana wî aştiyeke rasteqîn pêk nayê.

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê tê kirin ji bo parastina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Şêniyan her wiha destnîşan kir ku beşdariya tevahî pêkhateyan di vî berxwedanê de hêza xwişk û biratiya gelan û rêgezên projeya neteweya demokratîk nîşan dide.

Dema ku balafirên dagirkeriya Tirk çalakvanên li bendava Tişrînê bombebaran kirin, Ebdilsemed ne nedizanî ku dê bibe şahidê sûcekî herî giran. Di nava toz û dûmanê de giyanê wî ji birînên wî xurttir bû û vîna wî neşikest. Dibêje "Ez baş bibim ez ê dîse vegerim.”

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê, ava vexwarinê ji ser zêdetirî 40 hezar kesî qut bûye. Tîmên sererastkirinê jî ji ber êrişan nikarin xwe bigihînin dezgehên avê yên di encama êrişan de êdî naxebitin.

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa dosyaya Sûriyeyê û siyasetên Trump li hember Xezayê kir.

Asûriyên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê salvegera 10’an a Şehîdên 23’yê Sibatê yên di bersivdana êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser gundên Asûrî yên li hawiza Xabûrê şehîd bûbûn de, bir tînin. Merasîma bîranînê li hola Dêra Qedîse ya bajêr li dar dikeve, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN