KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist

Di paneleke diyalogê ya li Qamişloyê hatiye organîzekirin de bal li ser Şoreşa Şêx Seyîd, sedemên pêkanîn û armancên wê hat kişandin.

KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
KNK-Rojava têkildarî yekemîn şoreşa Kurdî panelek li dar xist
22 sibat, 2025   22:58
QAMIŞLO

Hemwextî derbasbûna 100 salî di ser şoreşa Şêx Seyîd Pîran re Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -Rojava (KNK-Rojava) bi sernavê "Şêx Seyîd agirê ku sed sal e venemirîye" panelek li dar xist.

Panel li hola Burc a Qamişloyê hat organîzekirin, tê de siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên ji Rêxistinên Civaka Sivîl, saziyên jinan, kesayetên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan beşdar bûn. Her du endamên Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf û Ebidulîlah Mistefa panel bi rê ve bir.

Her du bal kişand ser komployên navneteweyî ji Sykes-Picot, peymana Lozanê û rêbazên parçekirina herêmê ku hêviyên gelê Kurd ên têkbirina azadiyê.

Her wiha axêveran diyar kir ku şoreşa Şêx Seyîd a ku di bihara 1925’an li Bakurê Kurdistanê de hatibû lidarxistin, lûtkeya 4 qonaxên dîrokî yên tevgera neteweyî ya Kurdî bû.

Ev qonaxa wiha hatin wesifkirin:

1-Qonaxa tevgerê ya ku Şêx Ubeydullah Nehrî û Yekitiya Kurdan pêşengtî kir. Vê tevgerê nîşan da ku rola şêxan di nav kurdan de ya herî girîng bû û bi mirina şêx re di sala 1883’an de tevger bi dawî bû.

2-Qonaxa Tabûrên siwarvan ên Hemîdiyê ji damezrandina wê ya 1891’an, heta destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn.

3-Bûyerên Şerê Cîhanê yê Yekemîn heta Peymana Sewrê di Tebaxa 1920’an de.

 4-Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û pêşketinên piştî şoreşa Şêx Seyîd derketine holê.

Her wiha Diriye Ewnî jî diyar kir ku di sedsala 19’an de hejmara şoreş û serhildanên Kurdan de gihîştin 500’î.

Her wiha her du axêveran anî ziman ku serhildana Şêx Seyîd Pîran, piştî 2 salan ji ragihandina sînorê komara Tirkiyeyê, yekemîn şoreşa li Kurdistanê bû.

HÊMANÊN DERKETINÊ

Her du birêveberên panelê diyar kir ku sedema lidarxistina şoreşê ew e ku Kurdan piştî Mistefa Kemal Ataturk bû serekên dewletên mezin ji sozên xwe yên avakirina dewleteke Kurdistanê ya serbixwe vegerin, bi têkbirinê hîs kirin.

Her du semînervanan anî ziman ku di 1923’yan de Rêxistina Azadî ya Kurdî bi serkêşiya Xalid Cebrî, Yûsif Diya, Kemal Fewazî û Şêx Seyîd Pîran hat damezrandin ku xebat li ser serxwebûna Kurdistanê û sekna li hember siyasetên Tirkkirinê were kirin.

Xalid Cebrî bi tawana lidarxistina şoreşê li dijî pergala heyî hat girtin û hat bidarvekirin û li şûna wî Şêx Seyîd li şûna wî girt.

Her wiha hat gotin beriya Kurd amadekariyên xwe bikin serî hilda. Ji lew re Şêx Seyîd li herêmên Kurdan geriya ku amadekariya şoreşê bike û plan kir ku di 21’ê Adara 1925’an de dest bi şoreşê bike, lê di 5’ê Sibatê de dema ku Şêx Seyîd gihîşt gundê xwe Pîran, di navbera wî û leşkerên tirkan li navendekê de pevçûn çêbûn, hin leşker hatin kuştin û Şêx Seyîd û kesên pê re hatin girtin. Piştre hin fermandarên li eniyên Kurdan texmîn kir ku Şêx Seyîd dest bi şoreşê kiriye, bi wê re êrişî hêzên dewletê yên li herêmên xwe kirin û bi lez şoreşek li herêmên Kurdan hat destpêkirin û Kînco weke paytexteke demkî ji xwe re hilbijartin.

Piştre Meclisa Nûneran a Tirkiyeyê di 22’yê Sibata 1925’an de banga lidarxistina rûniştineke lezgîn kir, û tê de serfermandar Fewazî Paşa hazir bû û li herêma serhildanê rewşa awarte hat îlankirin.

Di 2’yê Adarê de hikumeta Fethî Beg îstîfa kir û Îsmet Înonu bû serokê Meclisa Nûneran û tedbîrên cidî yên çewisandina serhildana Şêx Seyîd girtin.

Di 11’ê Adarê de Şêx Seîd ferman da ku êrişî bajarê Amedê bike ku ji tevahî aliyan ve hatiye dorpêçkirin, lê hêza dewletê ya zêde êriş têk bir, wê demê Şêx Seyîd ferman da ku vekişe. Di 31’ê Adarê de hêzên hikumetê êrişî herêmên serhildan çêbûye kir û di wê demê de veguhertinek di hevsengiya hêzan de çêbû û bi wê re Kurd lawaz bûn.

‛EM SERBILIND IN, JI BER KU NEVIYÊN ME LI PÊŞ DIJMIN ŞERM NAKIN’

Her du axêveran diyar kir ku di 10’ê Nîsanê de hêzên serhildêr li Kînco hatin dorpêçkirin û têk çûn, li wir Şêx Seîd û gelek hevrêyên wî di 29’ê Gulanê de hatin girtin. Di 29’ê Hezîranê de cezayê darvekirinê li Şêx Seyîd û hevrêyên wî hatin birîn.

BIDARVEKIRINA 22 HEZAR KURD Û KOÇBERKIRINA 700 HEZAR MALBAT

Axêveran da zanîn ku 22 hezar sereke, paşa, beg, serokeşîr, kesayetên civakî û şoreşger heta xayîn jî hatin bidarvekirin û zêdetirî 700 hezar malbatên şoreşên ber bi Anadolê ve hatin koçberkirin.

600 GUNDÊN KURDAN HATIN ŞEWITANDIN

Di 1926’an de 600 gundên Kurdan hatin şewitandin, di encamê de zêdetirî hezar û 400 kes bûn qurban û ew kiryarên barbarî heta dawiya 1928’an dewam kir.

Tedbîrên çewisandinê li dijî Kurdan, piştî şoreşa Şêx Seyîd bandorên mezin çêkirin û bi derbasbûna demê re Kurdan hewl da kongreyeke Kurdî ya girseyî li dar bixin. Kongre di 1927’an de li Parîsê hat lidarxistin û dûre li Lubnanê hat organîzekirin, da ku xebata leşkerî ya li dijî Tirkan dewam bike.

(fr)

ANHA