ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-7-2025
22 tîrmeh, 2025   02:00

Şêniyên Til Temirê piştgirî da pêngava "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" û got “Daxwaza me ya hevdîtina Rêbertî, ji baweriya ku azadiya wî azadiya tevahiya gelên herêmê ye, tê." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx Murşîd Xeznewî diyar kir ku bikaranîna olê ji bo berjewendiyên desthilatê yên mezhebperestiyê, li dijî nirxên mirovan û exlaqê rastîn ê îslamê ye û li dijî yekitî û hevgirtina neteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên li kampa Serêkaniyê, ji ber germa zêde û kêmbûna ava vexwarinê êş û azaran dikişînin. Koçber dibêjin êdî ew jiyana dijwar a li kampan tehemûl nakin û daxwaza vegera ewle bo bajarên xwe kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Koçerat a Dêrikê bi rêya stranan çand û kevneşopa xwe diparêzin ku wek nasnameya xwe dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê bi armanca pêşxistina xebatên komînan, komîteyên xizmetguzariyê ava kirin û heya niha 6 komîngeh vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a kantona Firatê konferansa hevserokatiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)