‘Hevdîtina bi Rêber Apo re daxwaza tevahî pêkhateyan e’

Şêniyên Til Temirê piştgirî da pêngava "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" û got “Daxwaza me ya hevdîtina Rêbertî, ji baweriya ku azadiya wî azadiya tevahiya gelên herêmê ye, tê."

‘Hevdîtina bi Rêber Apo re daxwaza tevahî pêkhateyan e’
22 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê piştgirî da pêngava "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" û da zanîn ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re daxwazeke mirovî ye.

Şêniya bi navê Emîne Taha El Ehmed anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan siberoja wan e û got: "Rêber Apo careke din hêvî da me ku em hemû bi azadî û wekhevî bijîn. Hevdîtina bi Rêbertî re tê wateya pêkanîna xeyaleke mezin."

Emîneyê destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li hember zehmetiyan hêza berxwedanê daye wan û wiha pê de çû: "Ji roja yekem ve me dirûşma wî hilda, da ku ji tevahiya cîhanê re bibin ku em azadiya wî dixwazin. Ev dirûşm ne gotinên ji rêzê ne, lê bûne daxwaze Kurd, Ereb û Asûriyan."

Şêniyê bi navê Nîdal Reşîd Emîn jî diyar kir ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kiriye ku fikir û felsefeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, bingeha rasteqîn a avakirina civakeke hevgirtî, ewle û aram e.

Nîdal Reşîd Emîn bi domdarî got: "Em li bajarê Til Temirê li gorî fikirê Rêber Abdullah Ocalan dijîn, daxwaza me ya hevdîtina wî ne daxwazeke şexsî ye, lê xwestekeke mirovî ye."

Şêniya bi navê Boza Salih jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo min tê wateya ramanên azadî. Dema ez dibêjin ez dixwazim hevdîtinê bi wî re bikim, ne ji ber ku em li şexsekî digerin, lê belê ji ber ku em li fikrekî digerin ku em hîn kirine çawa bi hev re bijîn û çawa tevahî pêkhate di bin banekî de bijîn.”

Boza Salih îşaret bi vê yekê kir hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re tê wateya hevdîtina ramanên azad û wiha domand: "Em di vî ramanî de rêya edalet û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de dibînin. Rêbertî ji bo me jêdera îlhamê ye, em teqez dikin ku em ê tecrîda li ser wî bişkînin."

Şêniyê bi navê Xalid Yûsif El Xelef jî got: "Em pêkhateyên bajarê Til Temirê bi yek dengî dibêjin, em dixwazin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Em tecrîda ji çend salan ve li ser wî tê meşandin, red dikin. Em piştgiriyê didin banga wî ya aştiyê."

Xalid El Xelef diyar kir ku ew li ser fikrê neteweya demokratîk mezin bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxwaza me ya hevdîtina Rêbertî ji baweriya ku azadiya wî azadiya tevahiya gelên herêmê ye tê.”

(bb)

ANHA