ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2023
22 kanûn, 2023   02:00

Piştevanên fikrên Rêber Abdullah Ocalan li gelek welatan zêde dibin. Nivîskara ji Urdinê Emel El Kurdî û ‎nivîskarê ji Misirê Elî Ebû El Xeyr diyar kir ku fikrên Rêber Ocalan sînoran derbas dikin û azadiyan ‎mîsoger dikin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rîhan Temo destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de girîngiyeke mezin ‎daye xweza û hawîrdorê û Platforma Ekolojiyê ya Jinan van nirxandinan bi awayekî berfireh ‎nîqaş dike. Rîhan destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ‎alternatîfa pergalên zordest e.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan Farûq Tozo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ‎mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û rêya çareserkiriina dozên girêk ên Sûriyeyê ye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê MSD’ê Hîkmet Hebîb destnîşan kir ku kiryarên li gor zîhniyeta ewlekarî ya li başûrê ‎Sûriyeyê tevliheviya ewlekariyê encam da û çareseriya wê pergala nenavendî ye.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûye sedema rawestandina nêzî ji sedî 40’ê ‎kargehên pîşesaziyê. Ji bilî ziyanên mezin  ên li ser bazirganiyê, dorpêç bûye sedema zêdebûna ‎bêkariyê jî.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya yekemîn bi diruşma ′Bi hêz û baweriya îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û siyasî vejînin′ li dar dixe. Konferans li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê li dar dikeve, saet 09:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk ên li Tirkiyeyê de û ji bo piştgiriya pêngava ′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ çalakiya konvedanê li dar dixe, çalakî li navçeya Holê li dar dikeve, saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

ANHA