Rîhan Temo: Neteweya demokratîk alternatîfa pergalên zordest e

Rîhan Temo destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de girîngiyeke mezin daye xweza û hawîrdorê û Platforma Ekolojiyê ya Jinan van nirxandinan bi awayekî berfireh nîqaş dike. Rîhan destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan alternatîfa pergalên zordest e.

Rîhan Temo: Neteweya demokratîk alternatîfa pergalên zordest e
Rîhan Temo: Neteweya demokratîk alternatîfa pergalên zordest e
22 kanûn, 2023   03:39
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Platforma Ekolojiyê ya Jinan 6`ê Kanûnê di çarçoveya piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, gelek çalakî dan destpêkirin. 

Platformê di daxuyaniyeke xwe de dabû zanîn ku dê her roja çarşemê çalakiyan li dar bixin heta ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re bên çêkirin.

Endama rêveberiya platformê Rîhan Temo têkildarî mijarê got: "Berê hevdîtin her çarşem bi Rêber Abdullah Ocalan re dihatin kirin. Ji ber wê me ev roj ji bo lidarxistina çalakiyên xwe hilbijart."

Rîhan wiha domand: "Di çalakiyan de, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê hawîrdorê, hevdîtinên berê yên pê re çêbûne, têne xwendin. Mîna hûn dizanin li Rojhilata Navîn aloziyeke mezin heye, cîhan jî şahidê şerê sêyemîn e ku tevahî cureyên çekên qedexekirî tê de têne bikaranîn û zirarê didin binesaziya aborî, civakî û jingehê."

Her wiha Rîhanê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî xweza û hawîrdorê û bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di heman demê de Rîhan Temo tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinan şermezar kirin.

Rîhan destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, divê alternatîfa pergalên dîktator be û got êdî gelên herêmê di wê baweriyê de ne ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan çareseriya herî guncaw a pirsgirêkên Rojhilata Navîn in û edalet û wekheviyê misoger dikin.

Di dawiyê de Rîhan Temo destnîşan kir ku bi vîna jinan li ser bingeha berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(şx)

ANHA