ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-1-2025
22 ÇILE, 2025   02:00

Jinên ji bajarê Şedadê piştgiriya xwe bi şervanên QSDˈê û berxwedarên li Bendava Tişrînê re anî ziman û diyar kir ku hevgirtina gelan çeka herî bihêz a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

Ne pêkan e girîngiya hevgirtina navneteweyî têkildarî balkişandina ser dozên mirovî yên adilane, ku di cîhana me ya îroyîn de rastî reşkirina çapemenî tên, kêmtir bikin.

Rêveberiya kampa Holê hişyarî da ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zêdebûna tevgerên çeteyên DAIŞ’ê yên li hundirê kampê, di kampê de tevliheviyeke mezin çêdibe. Her wiha diyar kir ku rojane hewldanên derxistina malbatan çeteyan ji kampê têne kirin û metirsiyên vejandina DAIŞ`ê zêde dibin.

Şêniyên Reqayê diyar kir ku ji bo îstîqrara herêmê û ji bo pêşîlêgirtina derxistina fitneyan rûpelên nûçeyên derew derdixin neşopînin.

Koordînasyona Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebateke diyalogê li ser pêşeroja Sûriyeya nû bi diruşma "Di Sûriyeya demokratîk mafê her jinekê ya jiyana azad li gorî ol û baweriya wê heye" li hola Mişwar a Hesekê li dar dixe, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo sersaxiya malbatên şehîdên Bendava Tişrînê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan merasîmê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Mamosteyên bajarê Dirbêsiyê, Til Temir û Şedadê yên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet dijî Bendava Tişrînê û ji bo piştgiriya QSDˋê û YPJˋê 2 meşan li dar dixin, (10:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo 2 şervanên QSDˋê şehîd Mehmûd Mihemed El Ezawî û Heyder Hisên El Sehin li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûiyê merasîma oxirkirinê li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Li deverên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî nobedarên Bendava Tişrînê kirine meş tên lidarxistin, dema giştî meşan yek e, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê şehîdên berxewdana Bendava Tişrînê û Qereqozaqê li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir dikin, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina HPCˋê ya bajarokê Xenamiye yê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji QSDˋê re radigihîne, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN