Erebistana Siûdî: Divê pêşî li şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de were girtin

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî bang kir ku divê di navbera Îsraîl û Îranê de şer çênebe û got ew bawer nake ku rêveberiya serokê Amerîkayê di metirsiya şerekî wiha de alîkariyê bike.

Erebistana Siûdî: Divê pêşî li şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de were girtin
21 ÇILE, 2025   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî îro di Davosˋê de got divê pêşî li şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de were girtin û ew bawer nake ku rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump di metirsiya şerekî wiha de alîkariyê bike.

Weliyê El Ehid ê Siûdî Mihemed Bin Selman di Mijdarê de bang li Îsraîlê kiribû ku li hember serweriya Îranê rêzdar be û êrişî xaka wê neke.

Li ser paşxaneya şerên li Xeza û Lubnanê, Îran û Îsraîlê di Îlon û Cotmehê de êrişî hevdu kirin.

(fr)