ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-06-2026
22 hezîran, 2026   02:00

- Jinên Kurd banga yekitiya neteweyî kir û got yekitî ji bo parastina mafên gelê Kurd girîng e. BI WÊNE Û DÎMEN

- 22`ê Hezîranê li paytexta Sûriyeyê Şamê êriş li ser dêra Mar Ilyas çêbû û bi dehan kes hatin kuştin. Salek di ser bûyer re derbas bûye hîna lêpirsîn nehatiye kirin.

- Li parêzgeha Hemayê 8 hezar û 80 kes bi nexweşiya leşmaniyayê ketine û metirsî hene ku hîn zêdetir belav bibe.

- Gelek rojnamevan û wênekêşên jin tev li festîvala wêne û fotografîk bûn. Di wêneyên xwe de çîrokên mirovî û civakî belge kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîskar û derhêner Fatme Ehmed diyar Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşek ji nasnameya jinên Kurd e. Fatme destnîşan kir ku hunermend deyndarê fedakarî û têkoşîna YPJ`ê ya ji bo parastina destkeftiyên jinan li Rojava ne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Kampa Waşokanî ya li gundewarê Hesekê ji bo bibîranîna şehîd Zîlan li Navenda HPCˊê civînekê li dar dixe, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di çarçoveya "Em hemû YPJˊê ne" Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyek hunerî ji bo piştgiriya YPJˊê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê li dar dixe, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Girkê Legê, Dêrik û Çilaxayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşan li dar dixin, saet 17.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN