ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2024
22 gulan, 2024   02:00

Şêniyên Dêrazorê tecrîd û ˊCezayên Dîsplînêˊ ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, şermezar kirin.

Di dema ku Rêveberiya Xweser ji bo partiyên siyasî diyar kiribû de, 28 partiyan ruxsetên xwe çênekirin. Li gorî yasayan ev partî wê nikaribin tevlî hilbijartinan bibin û rêxistinbûnê xwe çêbikin.

Ji bo parastina çandiniyê şênî û aliyên têkildar seferber bûne. Şênî û komîteyên awarte her tim amade ne û bi patozan re derdikevin dewriyeyê.

Pisporê kar û barên Îranê Mihemed Ebadî got, mirina Raîsî ewqasî bandorê li Îranê nake, ji ber ku Îranê ji berê de planên xwe danîne.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi malbatên şervanan re li qada bajarokê Hecînê civînekê li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevbendiya (Bi hev re ji bo xizmetguzariyeke baştir) li pêş navenda Nivîsgeha Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişloyê têkildarî hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi daxuyaniyekê li pêşa navenda xwe ya li bajarokê Rimêlan tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Til Hemîsê bi beşdariya xelkê Tirbespiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê ji pêş navenda Trafîkê ya Til Hemîsê ve li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)