Ciwanên Kobanê bi meşekê tecrîd şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê li dijî cezayên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kirine, daketin qadan.

Ciwanên Kobanê bi meşekê tecrîd şermezar kir
Ciwanên Kobanê bi meşekê tecrîd şermezar kir
Ciwanên Kobanê bi meşekê tecrîd şermezar kir
Ciwanên Kobanê bi meşekê tecrîd şermezar kir
21 gulan, 2024   22:47
KOBANÊ

Ji Rêber Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de ku di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu agahî nayên wergirtin. Li gel vê li ser Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên din jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.

Li dijî vê biryarê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê, daketin qadan û ev ceza bi hêsekê mezin şermezar kirin.

Ciwan ji Qada Jina Azad dest bi meşa xwe kirin û ta Qada Aştî meş.

Hevseroka Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û got: "Dixwazin bi vê yekê  ramanên Rêber Apo sînordar bikin. Lê fikrê Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye. Ew raman ne tenê ji bo ciwanên Kurd e, lê ji bo tevahî ciwanên cîhanê ye. Ji bo wê ji fikrê Rêber Apo ditirsin û tecrîdê li ser Rêber Apo giran dikin.

Avaşîn wiha dewam kir: "Em jinên ciwan û hemû ciwan me çawa şoreş bi fikrê Rêber Apo dest pê kir, em ê bi wê hêzê jî Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin."

Meş bi dirûşma" Bêjî Serok Apo" bi dawî bû.

(sş)

ANHA