ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2024
21 nîsan, 2024   02:00

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku divê di nava pêkhateyan de hevgirtina civakî li hember fitne û xeteriyan li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were xurtkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbata girtiyê azadiyê Ehmed Mihemed ku ev 13 sal in di girtîgeha Tirkiyeyê de ye, berxwedana girtiyan silav kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza wan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamegeriya Kurdî ku bi Kurdistan dest pê kir, heta salên 1970’yan, di bin bandora parçekirina welat, şerên cîhanê û rewşe parçeyî ya civaka Kurd de rêyek xilexwar xêz kir.   

Mistefa El Hisên ji zibilê çêlan gazê hildiberîne û bermahiya wê jî ji bo gubreyê bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yê hefteya borî de cih dan gefên Îranê yên bikarnîna çekên nukleerî li dijî Îsraîlê, serdana Erdogan a ku tê payîn li gel rayedarên Iraqê pêk bîne û dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê.

Li Lubnanê nîjadperestiya li hember sûriyeyan zêde dibe. Desthilata Lubnanê li hemberî vê rewşê erkên xwe bi cih nayne.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe li hilbijartinên meclisên şaredariyan radigîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şehîd Çîçek Kobanê, şervana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanên HREˊyê Cûdî Reşo û Cûdî Gabar li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir dike, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)