ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 8 – 2024

 ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 8 – 2024
20 tebax, 2024   02:00

Beşdarên konferansa yekemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan a kantona Firatê destnîşan kir ku pêwist e projeya neteweya demokatîk a Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn û got: "Em di têkoşînê de xwe dispêrin fikrên Rêbertî. Çareseriya pirgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêbertî ne."

Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed da zanîn ku li hemberî biryara darvekirinê ya li dijî rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên jinan Şerîfe Muhemmedî pêdivî bi helwesteke hevpar a jinan heye û got “Ji bo hevkariya jinan em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Jinên ji Efrînê diyar kir ku li dijî êrişên artêşa dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê dê berxwedana xwe  bidomînin.

Bi êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê re, plan û hesabên li ser kantona Dêrazorê têne kirin, derdikevin holê. Li hemberî van planan jî her tim helwesta gel bi ser ketiye.

Di çarçoveya kêmkirina bikaranîna kehrebeyê û zêdekirina saetên dayîna kehrebeyê de, Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê nêzî 7 hezar û 500 saetên kehrebê yên elektronîk li zêdetirî 86 gundên rojhilatê kantona Cizîrê datîne.

Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê li gundê Babinis ê Şehba li dijî tecrîdê meşeke girse li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)