Li Derayê di êrişeke bombeyî de birayê berpirsekî berê hat kuştin

Li Derayê birayê berpirsê berê yê komîteya navendî ya ku ji bo dan û standinên bi rejîma Baasê re hatibû avakirin di encama teqîna bombeyekê de jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê di êrişeke bombeyî de birayê berpirsekî berê hat kuştin
20 tebax, 2026   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Berbanga îro li gundê El Ecemî yê rojavayê Derayê dengê teqînekê hat bihîst. Li gorî agahiyan, bombeyek ku li pêşiya mala berpirsê berê yê "Komîteya Navendî" ya ku ji bo dan û standinan bi rejîma Baasê re hatibû avakirin Edhem El Berazî (Edhem El Zeyneb) hatibû bicihkirin teqiya.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dema ku birayê Edhem El Berazî, Îsam El Berazî bi erebeya xwe vedigeriya malê, bombe teqiya û birîndar bû. Piştre agahiyên mirina wî belav bûn.

Agahiyên der barê kesên li pey vê bûyerê de nehatin parvekirin û daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Edhem El Berazî yê ji gundê El Ecebî ye bi salan berpirsyartiya Komîteya Navendî li gundewarê rojavayê Derayê kir.

Di Adara 2025‘an de Hêzên Ewlehiya Giştî, Edhem El Berazî li bajarokê Mesken Celîl bin çav kir û alozî di navbera wan û komên girdêdayî komîteya navborî de derket. Piştî ku komên ser bi komîteyê ve 20 endamên Hêzên Ewlekariya Giştî binçav kirin, El Berazî hat berdan.

(bb)