ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-1-2025
19 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku ew piştgiriyê didin peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Komîteya Amadekar a avakirina helwesta yekpare ya hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 2 partiyên din, berfirehtir bû. Komîte ji bo diyarkirina dîroka pêkanîna konferans an jî kongreyekê li benda bersiva ENKS’ê ye.

Pêkhateyên bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê berxwedana dîrokî ya QSDˋê û YPJˋê ya li dijî dagirkeran silav kir û got, "Em ê xak û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û bersivê bidin planên dagirkeran."

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk koçber bûne, ji bo ku bi ewle vegerin warên xwe, dengê xwe bilind dikin. Çîroka van mirovên koçber ne tenê vegotina jiyana koçberiyê ye, lê belê çîroka têkoşîna ji bo jiyanê û girêdana bi mafên xwe ve ye.

"Mirov bindest be jiyan her roj ji bo me mirin e. Ne ax û ne jî jiyana zindî em napejirînin. Wekî mirovên minafiq ku her roj tên lanetkirin û recimandin, ji tiştekî re nabin û timî rûreş in. Lê mirov li binê tehtekê yan li ser zozaneke azad an jî li ser axeke tahir ku tu şopên botên dagirkeran û mirovên minafiq lê tune bimire, wê demê azad hatiye cîhanê û azad dimire. Bila balîfa bin serê min ji kevirê çiya be, lihêfa min qirşik û gihayê deştan be, doşeka min axa sor be wê demê mirin ji bo min mafekî rewa ye. Ez natirsim bimirim, lê belê ez ditirsim bê nirx û rûmet bimirim ku ji bo min heram e û bê wate ye, ez ji bo xwe napejirînim. Pir ciwanan destpêka temenê wan bû jiyana xwe qurmiçandin, bûn cangoriyên demokrasî, aştî, wekhevî da ku hemû mirov di bin yek sîwanê de xwe ji hemû hovîtî, dagirkerî û êrişan biparêzin.”

Beşdarên civîna Riyadê li ser piştgiriya bijarteyên gelê Sûriyeyê û rêzgirtina vîna wî li hev kir, her wiha di rojnameyan de hat diyarkirin ku Lubnaniyan kêfxweşiya xwe bi guhartinên nû yên li Lubnanê re nîşan da.

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Hemîsê berê xwe didin Bendava Tişrînê. Xelkê Dêrikê li têketina bajêr kom dibe, (06:30), xelkê Girkê Legê li pêş Meclisa Gel kom dibe (06:30), xelkê Çilaxa jî (06:30) kom dibe, xelkê Til Hemîsê li pêş Meclisa Gel kom dibe, (08:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Haqî Sebawî li Goristana Şehîd Dilşêr defin dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bendava Tişrînê û hedefgirtina nobedarên li bendavê xwepêşandekê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê ji bo erkdarkirina hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê û Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê li navenda Meclisa bajarê Amûdê civînekê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê der bar hedefgirtina nobedarên li ser Bendava Tişrînê ji hêla dagirkeriya Tirk ve li navenda Meclisa Rêveber a Amûdê de daxyaniyekê dide, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên kantona Efrîn û Şehba yên li kantona Tebqayê bi boneya salvegera 8ˋan a destpêkirina êrişa Efrînê li navenda bicihbûnê ya demkî ya li bajarê werzîşê yê Tebqayê daxuyaniyekê dide, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN