Efrîniyên koçber... Qîrîna vegerê ya ku namire

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk koçber bûne, ji bo ku bi ewle vegerin warên xwe, dengê xwe bilind dikin. Çîroka van mirovên koçber ne tenê vegotina jiyana koçberiyê ye, lê belê çîroka têkoşîna ji bo jiyanê û girêdana bi mafên xwe ve ye.

Efrîniyên koçber... Qîrîna vegerê ya ku namire
Efrîniyên koçber... Qîrîna vegerê ya ku namire
Efrîniyên koçber... Qîrîna vegerê ya ku namire
19 ÇILE, 2025   05:55
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Di sala 2018’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî bajarê Efrînê kir. Di encama êriş û bombebaranên tund de, Efrîn hate dagirkirin û bêtirî 300 hezar şênî koçber bûn.

Şêniyên ku bi darê zorê hatin koçberkirin xwe spartin Şehbayê, li wir kampên demkî hatin avakirin, ku piştre bû stargeha wan ku 7 salan lê jiyan kirin. Koçberan xwestin li kampên li nêzî Efrînê bimînin, bi hêviya ku di demeke nêz de vegerin malên xwe, lê di dawiya sala 2024’an de dema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî Til Rifat û Şehba kirin, ev hêvî dîsa şikest. Zêdetirî 100 hezar kes neçar bûn ku dîsa bi zorê koç bikin.

BÎRANÎNÊN KOÇBERIYA YEKEM: ÊŞA WELATEKÎ WINDA

Xelîl Ebdo Ebdulah ku yek ji koçberên gundê Karko yê herêma Cendrêsê ye, hûrgiliyên bi êş ên koçberiya cara yekem vegotin: “Di sala 2018an de ezman tijî firokeyên şer ên Tirkiyê bû, ku cudahî nedixistin nabera sivîl û şervana. Li Her derê dixstin, mal, dibistan  û rê jî, di dawiyê de em neçar man birevin, em çûn Şahbayê ji ber ku me dixwest nêzîkî Efrînê bin, lê vegera me pêk nehat.

KOÇBERIYA DUYEMÎN: ÊŞA DUCARÎ

Koçberiya duyemîn ne kêmtir ya yekem bi êş bû. Apê Xelîl dema valakirina Şehbayê vedibêje û wiha got: "Em li Şehbayê dijiyan, me cotkarî dikir û tevî şert û mercên giran jî hewl dida jiyanekê ava bikin, heta ku ji nişka ve hate gotin ku divê em Şehbayê vala bikin. Dema me tunebû ku em tiştekî amade bikin, me hemû bîranîn û berxwedana xwe li şûna xwe hişt. "

Dayika 6 zarokan Widad Cemîl behsa têkoşîna xwe ya kesane ya li hember koçberkirinê kir û got: "Ev cara sêyem e ku ez koçber dibim, malbata min û zarokên min êşên pir giran kişndin, em tenê dixwazin vegerin malên xwe, çima dihêlin sûryeyî vegrin malên xwe, lê yê me em koçber dimînin?”

Widad bi xemgînî berdewam kir: "Em niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijîn, lê dîsa jî dilê me li Efrînê maye, vegera Efrînê ne tenê daxwazek e, ew mafek e ku divê em bi dest bixin. "

Sûad Mihemed Hesen, ku du caran bi darê zorê hatiye koçberkirin, wiha behsa hestên xwe kir: "Em çiqasî neçarî koçberiyê bibin, em ewqasî xwe bi Efrînê ve girêdidin, ji bilî vegerê tiştekî din naxwazin em dest ji mafê xwe yê vegerê bernadin. Dagirker çiqasî hewl bide nasnameya me ji holê rake jî em ê bimînin. "

BANGA JI BO CÎHANÊ: EM EDALETÊ DIXWAZIN

Şêniyên Efrînê daxwaz dikin ku hêzên navneteweyî li hember êş û azarên wan berpirsyariya xwe bînin cih. Apê Xelîl dibêje: "Hemû gelên ku ji ber dagirkerî û koçberiyê zerar dîtine, di dawiyên mafê xwe yê vegerê bi dest xistine, lewma divê cîhan bizanibe ku Efrîn ne tenê ax e, Efrîn nasname û dîrok e. "

Tevî salên dijwar ên koçberiyê jî, Efrîniyên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe koç bûne bi hêviya xwe vegerê ve girêdayî ne. Ji bo wan, veger ne tenê vebijarkek e, lê daxwazek e ku ew ê dev jê bernedin. Apê Xelîl dibêje: "Em tenê dixwazin vegerin malên xwe, em dixwazin dawî li vê êş û azarê bê û li ser axa xwe bi rûmet bijîn, em ê dev jê bernedin. "

ANHA