Şêniyên Tirbespiyê: Rêya çareserkirina pirsgirêkan li Îmraliyê ye

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku ew piştgiriyê didin peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Şêniyên Tirbespiyê: Rêya çareserkirina pirsgirêkan li Îmraliyê ye
19 ÇILE, 2025   02:29
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Di hevdîtina dawîn de ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hatibû kirin, Rêber Abdullah Ocalan gotibû hêza xwe heye ku pirsgirêkan veguherîne aştiyê.

Der barê vê yekê de şêniyên bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye.

Sened Hisên diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe dikare hemû pirsgirêkan çareser bike.

Sened got: “Ji bo gelê Kurd hêvî û ronahiya rêya me, li cem Rêber Abdullah Ocalan e. Em van hevdîtinan erênî dibînin, ji ber ku Rêbertî timî di parêznameyên xwe de aştî û biratiya gelan daye pêş, em piştgiriyê didinê."

Sened destnîşan kir ku çareserî li Îmraliye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Heke dewleta Tirk a dagirker dixwaze pirsgirêkan çareser bike, bila berê xwe bidê Îmraliyê.”

Rifea Mihemed got: “Hevdîtinên dawî ên ku bi Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin, em gelek kêfxweş dibin, peyamên Rêbertî em piştgiryê didinê em bi rêberê xwe re ne û hetanî dawî dê li pey rêberê xwe bin.”

Mihemed Ezîz jî diyar kir ku rêya çareseriyê li Îmraliyê ye û got: “Em bi peyamên Rêberê xwe re ne, Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe dikare Rojhilata Navîn veguherîne aştiyê. Rêya çareseriyê li gel Rêbertî ye.”

ANHA