ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-02-2026
19 sibat, 2026   02:00

Şêniyên gundê Telikê yê Kobanê li hember metirsî û dorpêçê li ber xwe didin û diyar kir ku ew ê axa xwe biparêzin û dev ji warê xwe bernadin. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê eşîra Şerabiyan a li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif El Hemdûn li hember zimanê nefretê bertek nîşan da û diyar kir ku eşîrên Kurd û Ereb yekgirtî ne. El Hemdûn rexne li dezgehên medyayê yên ku zimanê nefretê bi pêş dixin kir û banga parastina tevna civakî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji gundê Berxbotanê yê Kobanê diyar kir ku ew di dibistanan de gelek zehmetiyan dibînin û got “Em dixwazin rojiya xwe di malên xwe de bigirin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya li Sûriyeyê Faris Osman anî ziman ku ew ê ji bo ku gelê Kurd bigihêje mafên xwe, bixebitin û destekê bidin yekitiya gelê Kurd. BI WÊNE Û DÎMEN